Zamên şer ên AKP’ê

Zamên şer ên AKP’ê

Di encama şerê ku hikûmeta AKP’ê tê de israr dike, lêçûnên ewlehiyê ku gihiştiye asta herî jor kêmasiyeke mezin di butçeyê derketiye holê û ji bo ku ev kêmasî bê girtin zamê ku dê bên kirin zelal dibin.

Hikûmeta AKP’ê diyar kir ku OTV ya ku di otomotîv, petrol û vexwarinên alkolê de tê pêkanîn dê zêde bibin. Her wiha destnîşan kir ku ligel rakirina îstînaya baca ku ji bo hevkarên razemeniya xeyrîmenqul hatiye nasandin û zêdebûna baca cigareyê, tê nîqaşkirin ku ji bo gaza xwezayî û ceyranê jî di 1’ê cotmehê de zem bê kirin.

Li gorî biryara AKP’ê li gorî biryara sala borî hatibû girtin lê meriyeta wê heta 31’ê kanûna 2012’an hatibû paşve xistin dê ji yekê çile şûnde di rêjeyên OTV’ê di bi zêdekirina 4 puanan ji sedî 69 bê pêkanîn. Rêveberiya aboriyê hêj di çarçoveya vê de di cigareyê de ji bo sererastkirinên bacê xebatê dimeşîn. Rayedarên aborî û enerjiyê jî di binê bihayê ku Botaşê daniye de ji ber firotina gazaxwezayî, ligel xerabûna bingehaza malî, girêdyê zêdebûna maliyetê di meha cotmehê de ji bo gaza xwezayî ji sedî 10-15 dê zam bê kirin. Tê payîn ku zama ji bo gaza xwezayî bê kirin dê buhayên elektîrêk jî zêde bike.

Di nava pakêta zêdekirina bacê ya bi alternaîf ku wezareta maliyê pêşkêşî serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan kir, di rêjeya KDV’ê de ji sedî 1 zêde kir û ji 18 gihişt 19’yî. Zêdekirina puanekî jî tê wateya 5 mîlyar lîra bac.