Zagros: Gelê Îranê ne razî ye û alternatîfa xwe dafirîne

Zagros bal kişand ser nerazîbûna civaka Îranê ji rejîmê û anî ziman, ku li Îranê guhertinek çêdibe û weke KJAR'ê ew jî xwe li gorî vê pêwîstiyê amade dikin.

Roj bi roj û kêlî bi kêlî hevsengiya siyasetê û hesabên li cîhanê tên guhertin. Îran jî di nava vê hevsengiyê de xwedî cihekî taybet e. Me jî weke ANF’ê alozî û pirsgirêkên Îranê, hilbijartinên ku di dema dawî de li Îrane hatin kirin, teqîna li Tehranê çêbû, nêzikatiyên wê yên li gel Qatarê û rewşa gel û muxalefetê bi endama koordînasyona Koma Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Mizgîn Zagros re axivîn. Zagros bersiva pirsên me bi vî rengî da. 

Weke tê zanîn li Îranê hilbijartinek hat çêkirin û di vê hilbijartinê de reformîst bi serketin. Vê yekê zextên li jinên Kurd û mûxalîfan zêde kir. Li gel vê encamê bê hizûrî zêde dibe. Di vê çarçoveyê de, hevdîtinên bi Qatarê û teqîna li Tehranê jî di nav de, hûn rewşa niha ya Îranê çawa dinirxînin?

Sîstema ku li Îrane tê meşandin, hem sîstemeke kûr e, hem jî ji hemû milan ve di nava têkiliyan de ye. Dewleta Îranê di nava xwe de jî kûrahiyek xwe heye. Aloziyên ku rû didin, îşkenceya li zindanan tê kirin, di nava xwe de vedişêre, dernaxîne derve. Mînak; bi van hilbijartinên dawî re sîstema ku hatiye avakirin, tenê li alîgirên rejîmê vekiriye. Yên ne li gorî dewletê bin, ti carî nahêlin bikevin nava wan. Sîstemeke ku gelan qebûl nake. Her tişt li gorî dewletê ye. Kesek temamiya welêt bi rê ve dibe. Mînak; bi hemû dewletan re pêwendiyên wê hene. Lê ne ji bo gelê xwe ne jî  ji bo Kurdên di nava xwe de ti mafekî nas nake. Ji bo ku mafê te hebe, divê tu aydî wê bê. Tirsê dixe nava gel. Mirov nikarin li hemberî dewletê rabe eger li hember derkve, encam ya îdam e ya jî recm e.

Gelo em dikarin bi vî rengî pênase bikin: ji ber ku dewleta Îranê ji hêrsa gel ditirse, zextên xwe her ku diçe zêde dike?

Di nava Îranê de tirseke wisa heye. Ji ber vê yekê nahêle ku pêşketin Çêbibin û gav bên avêtin. Ji ber guhertin çênabin di hilbijartinan de jî heman kes hatin hilbijartin û bûn desthilatdar. Teqîna vê dawiyê, qelsiya ewlekariyê ya Îranê ku îdîa dike ewlekariya xwe xurt e, radixe pêş çavan. Ku êrîşkaran xwe gihandin heta ber parlamentê.

Di nava pirsgirêkên Rojhilata Navîn de mirov li ku binerin, Îranê dibînin. Hûn vê çawa dinirxînin?

Raste wisa ye. Şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime, Îran di vir de jî rol diliyze. Ji ber ku, ew jî dizane Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Îran jî dixwaze di vê demê de xwedî bandor be û berjewendiyên xwe bi rêxistin bike. Lewma encama xwe çiqasî giran jî be dide ber çav çavan û dema mirov li ku derê dinerin, kîjan kevirî radikin Îran ji bilî derdikeve.

Mijareke din a girîng, teqîna li meclîsa Tehranê ye, ku DAIŞ'ê li xwe girt. Piştre rayedarên Îranê ragihandin ku 7 kesên di bûeyrê de cih girtine, welatiyên Îranê ne. Hûn vê çawa dibînin?

Erê raste, çend roj berê li Meclîsa Îranê teqînekê rû da. Qaşo DAIŞ'ê li xwe girt. Tevî ku mirov tê de mirin jî, zêde nekete rojevê. Nehat nîqaşkirin. Li cihekî ewqasî pîroz ê ji bo Îranê, li cihê Xûmeynî teqîn çêbû, lê ev zêde di rojevê de nema. Mirov çawa dikare vê şîrove bike. Planeke hevpar hatiye çêkirin. Li ser hin tiştan li hev hatiye kirin, li ser hina jî li hev nehatiye kirin. Ji ber vê yekê teqîna rû da, deng neda. Ev jî tirsê dixe nava civakê. Bi vîna gel dilîzin. Vîna milet di destê dewletê de ye, ne di destê milet de ye. Ji ber vê yekê jî milet nikare tiştekî bike. Ji ber ku her tim bi darê zorê li ser wan e. Sîstemeke ewqasî hişk e. Tirkiye, Amerîka çawa ye, Îran jî ne kêmî wan e. Heman polîtîkayê dimeşîne. Siyaseteke wê ya hîn girantir heye. Niha leşkerê Îranê li her devera Rojhilata Navîn de di nava şer de ye. Dibêje ez jî weke Tirkiyeyê me. Ew çiqasî pêş bikeve ez jî ewqas pêşde diçim. Vê yekê bi bêdengî dike. Lê wê ev bêdengî heya ku derê biçe?. Mînak; niha li Sûriyeyê û Mûsilê çiqas leşkerê wê hene? Çiqasî alîkariya çekan dide? Kêm kes bi şerê Îranê yê li Rojhilata Navîn dizane. Bi bêdengî dike. Têkiliyên wê bi Amerîka û Tirkiyeyê re hemû veşartî ye. Dernakeve çapemeniyê. Piştî ku teqîn çêbû, Wezîrê Îranê çû Tirkiyeyê. Ev mirovan dide hizirandin ku dibe ev plan bi hev re kiribin. Dibe ku ji bo dema pêş plan û projeyên wan ên veşartî hene. Bêdengiya Îranê vê nîşan dide. Ji aliyê din ve eger mirov ji milê gel ve binirxîne, milet naxwaze qeyrana di nava dewletê de bijî. Lê vîneke ku derkeve û mafê xwe biparêzê nîne. Ji ber polîtîkaya dewletê, feqîr her feqîre, dewlemend jî disa dewlemend e. Tiştek nayê guhertin. Ewqas gel di nava Îranê de hene, lê mafê yekî jî nadê. Polîtîkayên ku bi salane li Îranê tên meşandin, li ser şîdetê ne. Gel bi darvekirinê, bi zextê ditirsîne. Niha li Îranê qeyraneke mezin a aboriyê heye, lê vê dernaxîne pêş. Gel ewqasî bê îrade hiştiye ku çawa dixwaze wisa bi rêv e dibe. Heta roja îro destûra bingehîn a demokratik ji bo gel çênekiriye. Ev teqîn êdî rê li ber nakokiyan vedike. Gelo wê di dema pêş de DAIŞ berê xwe bide Îranê? Ji ber ku niha ew zemîn li Îranê heye. Çima cihê pîroz hedef tên girtin? Ev mesajeke; eger li Îranê aloziyeke wisa derkeve, gelo Îran çiqasî jê re amade ye? Ev jî nediyar e. Ji avabûna vê dewletê heta niha dewleta iqtidarê ye. Li gorî xwe hevsengiyekê ava dike. Ji ev hevsengiyên ava kiriye xera nebin û ji desthilatdariyê nekeve, bi he awayî zordariyê dikin. Ji bo gelê xwe tiştekî nake. Ciwanên ku li Îranê perwerde dibin, diçin digihêjin DAIŞ'ê. Wê sibe bên li Îrane şer bikin. Eger DAIŞ bi hêsanî dikare bikeve nava parlamentê, wê çaxê dikare bigihêje her derê. Îran dibêje kes nikare bikeve hundirê mala min. Lê di nava Îranê bi xwe de sîxurên DAIŞ'ê rêxistinên xwe ava kirine. Qaşo li her derê îstixbarata Îranê heye, lê ev teqîn çêbû. 7 kesên êrîşkar ji Îranê bûn. Ev tê wê wateyê DAIŞ li nava Îranê pir xurt e. Yan jî dewleta Îranê bi zanebûn ev teqîn pêk aniye û dixwaze gel hîn bêtir bi xwe ve girê bide, ya jî dixwaze bêje ku 'ti eleqeya me bi DAIŞ'ê re nîne, vaye êrîşî me dike...' Îran dixwaze bi kevirekî çend şûkan bişkuje.

Di nava ewqas pirsgirêkan de gelo hêviyek heye?

Çawa nîne. Me berê jî gotibû lêgerîna gel, lêgerîna jin û ciwanan û lêgerîna Kurdan  her roj zêde dibin. Jin jî li rojhilat pêwîste xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin. Û dikarin li Îranê bi rola pêşengiyê rabin. Gel ne razî ye û alternatîfa xwe dafirîne.

We jî rêxistina xwe nû ava kir. Sekn û helwesta we çawa ye?

Erê, em weke KJAR'ê xwedî kevneşopiyeke kevn e, lê belê rêxistinbûneke nû ye. Li Îranê bi taybetî li Rojhilat jin hêza sereke ne. Ji ber ku hemû zext û zor herî zêde li serê jinan tên meşandin. Lê hirs û xwesteka azadiyê her tim di nava dilê jinên Kurd de heye. Pêwiste rêxistinkirî be. Ji ber vê yekê, armanca me ya destpêkê ew e ku em rêxistina xwe xurtir bikin û li hemberî hemû îhtimalan xwe amade bikin. Di nava gel de hem meclîsa xwe ava dikin, hem jî hêza parastina xwe dafirînin. Ji ber ku niha li nava Îranê guhertin çêdibin û li gorî vê pêwîstiyê em xwe amade dikin.