YXK’ê ji bo Ocalan di rojekê de 4 hezar îmze berhev kir

YXK’ê ji bo Ocalan di rojekê de 4 hezar îmze berhev kir

Yekitiya Xwendekarên Kurd (YXK) di 14’emîn savegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Pêk hat de, li zanîngehên Ewropa yên li bajarên Berlîn, Viyana, Parîs û gelek zanîngehên din stand vekirin û îzme berhev kirin. H çendî hin zagîngehan destûr nedan vê yekê jî, lê xwendekaran 4 hezar îmze berhev kirin.

Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) di çarçoveya Kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî , ji Kurdistanê re Statu” de li 16 zanîngên li bajarên cûda yên welatên Ewropayê ên weke stand Parîs, Viyana, Munchen, Berlin, Hamburg, Hannover, Koln, Kassel, Göttingen, Stuttgart, Bremen, Mannheim, Aachen, Dortmund, Düsseldorf û Bochum vekirin û îmze berhev kirin. Her wiha, gelek rêxistinên xwendekaran û xwendekarên ji neteweyên din jî piştgirî dan xwendekarên Kurd.

HEDEFA YXK’Ê 200 HEZAR ÎMZE YE

Her çendî hin zanîngehan destûr nedan maseyên îzmeyan, lê xwendekarên Kurd li zanîngehan bi dosyayên di dest xwe de, li kampus, pirtûkxane, dersxane, xwaringeh û malên xwendekaran geriyan û îmze berhev kirin.Di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de, xwendekaran 4 hezar îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berhev kirin. Hedefa YXK’ê ew e ku 200 hezar îmze berhev bike.