YXK’ê dê li 16 zanîngehan standên '9'ê cotmehê'

YXK’ê dê li 16 zanîngehan standên '9'ê cotmehê'

Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bi boneya salvegera 9’ê Cotmehê salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê tevî Berlîn, Viyana û Parîsê li 16 zanîngehên bajarên cûda yên Ewropayê stand vebikin û îmze berhev bikin.

Li gel nêzîkbûna 9’ê cotmehê çalakiyên protestoyî yên Kurdistanê li seranserê cîhanê dest pêkirin. Her wiha li gel vê jî di çarçoveya kampanyaya îmzeyan de, ku ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin îmze têne berhevkirin. Rêxistina Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) di çarçoveya Kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî , ji Kurdistanê re Statu” de dê li 16 zanîngên li bajarên cûda yên welatên Ewropayê stand vebikin û îmze berhev bikin.

YXK’ê da zanîn ku ew ê 9’ê cotmehê de li zanîngehên bajarên Parîs, Viyana, Munchen, Berlin, Hamburg, Hannover, Koln, Kassel, Göttingen, Stuttgart, Bremen, Mannheim, Aachen, Dortmund, Düsseldorf û Bochum stand vebikin. YXK’ê bi daxuyaniyekê komployê protesto kir û daxwaza azadiya Ocalan kir. Her wiha bang li hemû xwendekarên Kurd ên welatparêz û demokratîk kir ku piştgirî bidin standên ji bo azadiya Ocalan.