YRD'ê ji bo televîzyonên Kurd banga xwedîderketinê kir

YRD'ê, der barê zext û zordariya li televîzyonên Kurd tên kirin daxuyaniyek da û bang li Yekîtiya Ewropayê û gelê Kurd kir, ku bikevin nava liv û tevgerê.

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), li ser zext, zordarî û êrîşên faşîzma AKP'ê yên li ser qenalên televîzyonê yên Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ku Tirkiye kirine girtîgeheke rojnamevanan, vê carê destê xwe dirêjî Ewropayê dikin û dixwazin ekranên çapemeniya azad ku dengê mirovahiyê û gelan e, tarî bikin.

YRD'ê destnîşan kir, ku tarîkirina ekranên televîzyonên Kurd wê bê wateya tarîkirina azadiya nêrîn û îfadeyê, ku ev yek bingeha demokrasiya Ewropayê ye.

Di dewama daxuyaniyê de girtina bi dehan organên çapemenî û weşanê û girtina bi sedan rojnamevanê li Tirkiyeyê hate bibîrxistin û hat gotin, "Eger Ewropa daxwaza dîktatoriyeke ku ji aliyê azadiya çapemeniyê ve kêm maye bikeve lîsteya reş ji xwe re weke fermanekê bibîne, hingî wê xiyanetê li hiqûq û nirxên xwe yên demokratîk bike."

'JI BO SÛCÊN XWE BINIXUMÎNE, DIXWAZE TELEVÎZYONAN BIGIRE'

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk wiha dewam kir: "Stêrk TV yek ji televîzyonên sereke ye ku nirxên çandî û azadiyê yên Kurdan bi zimanê dayikê diweşîne. News Channel, bi dehan bûyerên binpêkirinên mafên mirovan ên di televîzyon û rojnameyên Tirk de nayên nîşandan, dike nûçe û ji ber ku bûye dengê demokrasî û azadiyê, dîktatoriya Erdogan-Bahçelî êrîşî wê dike. Ronahî TV jî bi Kurdî, Erebî, Suryanî û gelek zimanên dayikê yên gelan weşanê dike. Her wiha têkoşîna li Sûriyeyê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, ku gefê li tevahiya gelên cîhanê û Ewropayê dixwe, ji cîhanê re radigihîne. Taybetmendiya hevpar a van her du televîzyonan ew e, ku sûcên hevpar ên Erdogan û DAIŞ'ê yên li dijî mirovahiyê derdixînin holê, eşkere dikin. Ji ber vê yekê dixwazin van qenalên televîzyonê bigirin."

YRD'ê destnîşan kir, erêkirina biryara girtina van qenalên televîzyonê, yan jî bêdengiya li pêşberî vê biryarê tê wateya veşartina sûcên Erdogan û hevkariya wan sûcên li dijî mirovahiyê.

BANGA LI EWROPA Û GEL

YRD'ê bang li Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî hikumeta Fransayê kir ku bêyî dereng bikeve, biryara Eutelsatê ya ji bo sekinandina weşanên televîzyonên News Channel, Ronahî û Stêrk TV bisekinînin. Bang li rewşenbîr, akademîsyen û rojnamevanên Ewropî jî hate kirin, ku pêşî li biryara faşîzan a dîktatoriya Erdogan-Bahçelî bigirin û li pêşberî vî sûcî bêdeng nemînin."

YRD'ê bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd jî kir, ku li dijî van kiryarên neheq û bêhiqûqî dengê xwe bilind bikin û şîrketa Eutelsatê şermezar bikin.