Yekîtiya Ragihandina Demokrat (YRD) li ser şehîdbûna Endamê Ragihandinê yê YPG’ê Ocalan Ehmed (Tohildan Welat) ku di encama bombekirina dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da û got biryardariya Tolhildan ji bo wan çavkaniya hêviyê ya heqîqetê ye.
Daxuyaniya YRD’ê wiha ye:
Gelê Kurd û Kurdistanê di rojên gelekî dîrokî û dijwar re derbas dibe. Di van rojên ku dîrok li ser hîmê rastiyê bi tîpên zêrîn ji nû ve tê nivîsandin de, li gel destanên ku her roj tên nivîsandin, di qada ragihandinê de jî qasî wê têkoşîneke pîroz û giranbuha tê meşandin.
Di şerê cîhanê yê sêyemîn ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê tê meşandin de, bêguman hêzên hegemon, dagirker û statukoparêz hewl didin ku li ser xwîna gelên herêmê pergalên xwe biparêzin, nû bikin. Bi vê mebestê li aliyekê bi hemû rê û rêbazên nemerdane û derveyî exlaqê mirovahiyê êrîşî nirxên herêmê dikin, li aliyê din ji bo ku vê qirêjiya xwe veşêrin bi riya ragihandinên xwe dezenformasyonek mezin dikin.
Êrîşên dagirkeriyê ku niha dewleta Tirk li ser Efrînê dide meşandin, li pêş çavên hemû cîhanê bi hemû hovîtiya xwe didome. Di van êrîşan de faşîzmza AKP/Erdogan hemû dengên dijber qut kirine û çapemenî li gorî xwe terbiye kiriye, rastiyan vedişêrin.
‘DI OXIRA RAGIHANDINA HEQÎQETÊ DE GELEK BERDÊL HATINE DAYIN
Lê li hemberî wan hovîtiyan berxwedaneke serdemî tê meşandin. Di rewşek wiha de nîşandayîn û ragihandina rastiyan, geşedanan jî dibe para Ragihandina Azad.
Ji desptêka Şoreşa Rojava/Bakûrê Suriyeyê ve, Ragihandina Azad bi hemû derfetên xwe hewl daye ku rastiyên herêmê ji cîhanê re ragihîne û bibe berdevka têkoşîn, hêvî, daxwaz û avakirina sîstema gelan.
Di vê oxirê de jî gelek bedelên giranbûha hatine dayîn. Hevrêyên me Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Mustafa Mihemed, Xerîb Welat, Mazlum Bagok, Agirî Banê, Fîraz Dag, Vedat Huseyîn Elî, Rizgar Adanmiş, Dilîşan Îbîş Hogir Mehemed û gelek hevalên din bi wênekêş, kamera û pênûsên xwe bûn berdevkên gelan, meşaleya azadiyê ragihandin. Bi saya Ragihandina Azad a bi pêşengiya van şehîdên me, îro cîhan rastiyan dibîne, mafdariya gelên herêmê nas dike.
‘BI WAN GELÊ KURDISTANÊ RASTIYAN DIBÎNIN’
Herî dawiyê Endamê Ragihandina YPG'ê Ocalan Ehmed (Tolhildan Welat) dema li Efrînê berxwedaniya şoreşgerî ya sedsalê ku li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê dişopand û hewl dida bi raya giştî ya cîhanê re parve bike, di 22’ê Çileya 2018`an de di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de şehîd bûye. Her wiha nûçegihanê Ronahî Tv Zekeriya Şêxo jî birîndar bûye.
Hevrê Tolhildan Welat li gel hevalên xwe, di vê dema ku dewleta Tir a dagirker nahêle dengê rastiyê bê belavkirin û dezenformasyonek mezin dike de, hemû rûpoşên wan daxistine, rastî raxistine ber çavan. Weke zarokê vî gelî, bi hîskirina ji dil a êş û elema gelê xwe, her wiha bi baweriya ji bo serfetin û azadiyê di bin her şert û mercî de, ew jî wekî pêşengên xwe bûye lêgerînvanekî heqîqet û azadiyê. Îro bi wan hemû gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rastiyan dibînin, tên ronîkirin.
TOLHILDAN ÇAVKANIYA HÊVIYÊ YE DI RÊWÎTIYA HEQÎQETÊ DE
Bi vê dilsozî û baweriyê em sersaxî ji malbata şehîd Tolhildan, tevahî hevalên wî û gelên Kurdistanê dixwazin. Dilzosî, rûkenî û biryardariya Hevrê Tolhildan wê di rêwitiya me ya heqîqetê de ji me re bibe çavkaniya hêvîyê. Em careke din soz didin ku ew ê şer û têkoşîna me ya ronahî û heqîqetê ya li ser şopa şehîdan mezintir bibe.
Her wiha em ji nûçegihanê Ronahî Tv Zekeriya Şêxo re jî şifayê dixwazin û hêvî dikin ku di demeke kurt de baş bibe û vegere ser karê xwe.