YPG: Me li Helebê 6 hezar sivîl rizgar kirin
Fermandariya Giştî ya YPG'ê da xuyakirin, ku wan 6 hezar sivîl li Helebê rizgar kirine.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê da xuyakirin, ku wan 6 hezar sivîl li Helebê rizgar kirine.
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG'ê de hat gotin, "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve gelê me yê li bajarê Helebê, bi taybetî yê li taxa Şêx Meqsûdê êşên giran dikişîne. Îro jî şêniyên taxên rojhilatê Helebê ji ber şerê di navbera hêzên rejîmê û çekdarên Koalîsyonê de li wan taxan zerareke mezin dibînin. Mixabin gelê sivîl ên taxên rojhilatê Helebê berdêla şerê rejîmê û çekdaran dide.
Weke YPG'ê me parastina hemû sivîlên li Sûriyeyê girtibû ser milên xwe. Heta roja îro me parastina gelên li Şêx Meqsûd dikir û îro jî em parastina sivîlên taxên rojhilatê Helebê dikin, ji ber ku ti cudahî di navbera wan û gelê Şêx Meqsûdê de nîne.
Li ser vî esasî û bi dijwarbûna şer li taxên rojhilatê Helebê, hêzên me ketin taxa Bustan Paşe û Hulik û korîdorekî mirovahî vekirin. Heta niha hêzên me 6 hezar sivîl di wê korîdorî de rizgar kirin û gihandin cihên bi ewle.
Ji aliyê din ve em bang li saziyên mirovahî dikin ku xwedî li sivîlên ku ji ber şer direvin derkevin. Bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û saziyên mirovane, ku di dema derbasbûyî de banga alîkarî ji bo taxên rojhilatê Helebê dikirin.