YPG: Li Kobanê 11 çete hatin kuştin

YPG: Li Kobanê 11 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şer û pevçûnên dawî yên li eniyên rojhilat û başûr ên Kobanê de 11 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê ketiye roja 81. û got, "Komên çete ku li hemberî şervanên me YPG/YPJ ketine pozîsyona parastinê li benda çek û hêzên teqwiye ne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku duh bi şev li eniya rojhilat hêzên YPG/YPJ'ê li dijî komek çete ku di nava liv û tevgerê de bûn êrîşek pêk anîn û di encamê de 5 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.

Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku li eniya başûr jî di navbera YPG/YPJ û komên çete de cih bi cih şer derketiye û li vir jî 6 çete hatine kuştin.