YPG: Li hemberî hemû gefan em ê gelê xwe biparêzin

YPG: Li hemberî hemû gefan em ê gelê xwe biparêzin

Rayedarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo, diyar kir ku hêza parastina rewane, lewre girêdayî tu partiyên siyasî nîn in û got ku ew Desteya Bilind a Kurd wekî îrade dibînin. Hemo, bal kişand ku di serî de Tirkiye, bi tu hêzan re pirsgirêkên wan nîn in, dixwazin têkiliyên dostane pêş bixin, lê heke li hemberî axa wan êrîşek biçuk jî çêbibe, ew ê bi berxwedanek mezin bersiv bidin.

Li Sûriyeyê di demeke ku serhildana gel ber bi şerê navxweyî ve diçe de, muxalîf, hawara xwe digihînin hêzên derve û dixwazin bi vî rengî rejîmê hilweşînin. Li aliyê din li Rojavayê Kurdistanê ku bi salan ji aliyê rejîma Baasê ve hate înkarkirin û gelek zilm lê hate kirin, gel ji tecrubeyên xwe ders derxistin xwe spartin hêza xwe. Gelê ku li gelek bajaran rêveberî bidest xist û saziyên xwe ava kirin, birêxistinkirina mezin jî di qada parastinê de çêkir. Kurdên ku ji ber vê siyaseta xwe ketin rojeva cîhanê û herêma xwe li derveyî şer hişt, parastina xwe di bin navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de dikin. YPG ku di sala 2004’an de dest bi xebatên wê hate kirin û di sala 2011’an de bi awayekî fermî hate îlankirin, bi hêza xwe ya ji keç û xortên ciwan pêk tê, li Rojavayê Kurdistanê tekane hêza parastinê ye. YPG ku hem li hundir hem jî li derve di rojevê de ye, lez daye xebatên xwe. Ji rayedarên YPG’ê Sîpan Hemo, derbarê xebatên xwe û mijarên di rojevê de pirsên ANF’ê bersivandin.

YPG li hemû bajarên Kurdistanê bi rêxistin kiriye yan na, her wiha sînorên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê YPG’ê ve tên parastin an na?

Li hinek bajaran ji yên din kêmtir be jî, li hemû bajaran birêxistinbûna YPG’ê heye. Ji Dêrîkê heta Efrînê, hemû sînorên Rojavayê Kurdistanê yên bi dewleta Tirk re, ereban re û Başurê Kurdistanê re ji aliyê YPG’ê ve tên parastin.

Hun dikarin derbarê hêza YPG’ê de hejmarekê bidin, her wiha kesên di kîjan temenan de dikarin tevlî YPG’ê bibin, dîsa di nava YPG’ê de kesên ji netewên din hene yan na?

Ji ber ku ev tiştek leşkerî û veşartî ye, em nikarin hejmarê diyar bikin, lê hedefa me gelekî mezin e. Li Rojavayê Kurdistanê 3 milyon kurd dijîn û em li herêmek ne aram de ne, loma em dixwazin hêza xwe gelekî mezin bikin. Di vê çarçoveyê de xebatên me didomin. Wekî tê zanîn me li Efrînê û Qamişlo tugay ava kirin, li Dêrikê jî em ê ava bikin.

Kesên tevlî YPG’ê dibin tevahî ciwan in, temenê wan di navbera 18 û 30 saliyê de ye. YPG ji keç û xortan pêk tê, hema bêje qasî xortan keç jî tevlî dibin û eleqeyek mezin heye.

Dema me hêza xwe ava kir, me diyar kir ku em hêza hemû Rojavayê Kurdistanê ne û bang li ciwanên hemû netewan kir ku tevlî refên YPG’ê bibin. Heta niha ji Asurî, Ermeniyan tevlîbûn çêbuye. Her wiha gelek ciwanên ereb ji bo tevlîbûnê serlêdan kirine. Ji aliyê netewên din ve bi giştî qebulkirinek heye, lê di asta tê xwestin de nîn e. Dibe ku gumanên wan hebin an jî me tam xwe nedabe nasîn.

Ji bo ku ji hemû netewan tevlîbûn çêbibe, xebatên me didomin. Di vê çarçoveyê de me li bajarên Dêrik, Kobanê û Efrînê navendên serlêdanê vekirine. Li hemberî van navendan jî eleqeyek zêde heye.

Baş e, YPG di nava xwe de xwedî hîyerarşiyek çawa ye?

YPG nîzamek leşkerî ye. Ji jêr heta jor bi sîstema ferman û talîmatê kar dike. Biryargeha me ya jor ku ji 7 kesan pêk tê heye. Ji zilam û jinan pêk tê. Ev 7 kes hemû hêzên YPG’ê birêve dibin. Her wiha biryargehên herêm û eyaletan hene. Ev jî wekî tugayan hatine birêxistinkirin. Di bin wan de jî yekîne hene.

Bi destpêkirina avakirina YPG’ê û heta niha hun bi zehmetiyên çawa re rû bi rû man?

Piştî komkujiya ku di 12’ê Adara sala 2004’an de ji aliyê rejîmê ve li Qamişlo pêk hat, pêdivî çêbû ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi rengekî leşkerî xwe bi rêxistin bikin. Di vê çarçoveyê de me wê demê hinek pêngav jî avêtin. Lê gelek zehmetî hebûn, êrîşên dewletê gelek zêde çêbûn. Gelek hevalên me hatin girtin û winda bûn.

‘ZÊDETIRÎ 30 ENDAMÊN ME HATIN WINDAKIRIN’

Niha di destê dewletê de ji hevalên me yên ku wê demê di nava xebatan de bûn, zêdetirî 30 kesan hene û em nizanin li ku derê tên girtin. Girtî ne kuştî ne, em nizanin. Me xwest li Kurdistanê tevgerek leşkerî ava bikin. Me ev jî gelekî bi veşartî meşand. Heta destpêkirina pêvajoya ku wekî, “Bihara Ereban” tê binavkirin, xebata me bi vî rengî dom kir.

‘ASTENGIYÊN SIYASÎ ZÊDE BÛN’

Piştî li bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn serhildan çêbûn û ev pêl gihîşt Sûriyeyê, êdî derfetên me hinekê zêdetir bûn. Hewcedarî çêbû ku em jî herêmên xwe biparêzin. Di vê bingehê de me rêxistina xwe berfireh kir. Lê gelek zehmetî û astengî jî çêbûn. Ev astengî ji aliyê gel ve nehatin derxistin, berevajî vê yekê gel em hembêz kirin û piştgiriyek xurt da me. Lê em rastî hinek astengiyên siyasî hatin. Em dikarin bêjin ku li Rojavayê Kurdistanê tu partiyekê alîkarî neda me. Me ev rêxistinbûyîn bi xwe ava kir û derfet çêkirin. Li gel ku YPG’ê sîstemek xwe ya leşkerî çêkiriye û bûye hêzek jî, em hîn rastî van astengiyên siyasî tên. Ev astengî çi ne; Hinek alî dixwazin me bikişînin nava nakokiyên siyasî, hinek dixwazin me wekî hêzek din bide nîşandan. Lê YPG hêza Rojavayê Kurdistanê ye, girêdayî tu hêzên siyasî nîne. Yekane armanca wê parastina gel e.

’12 ŞEHÎDÊN ME HENE’

Feraseta me ew e ku em hemû gelê kurd biparêzin. Li ku derê neweyiyek an jî êrîşek li dijî gel çêbibe, me bersiva wê daye. Dixwazim çend mînakan bidim. Li hemberî komkujiya li Taxa Şêxmeqsud a Helebê çalakiya me çêbû. Dîsa li Efrînê bijîşkek hate kuştin, bêyî ku em zanibin ka ev bijîşk kî ye, me bûyer lêkolîn kir û kujerê wî girt, ji raya giştî re aşkera kir. Li bajarê Kobanê welatparêzek kurd hate kuştin, me li hemberî vê li dijî baregehên leşkerî yên dewletê çalakî pêk anîn. Her wiha li Qamişlo li hemberî girtina ciwanên kurd çalakiyên me yên bersivdayînê çêbûn. Dîsa li dijî destwerdena dewletê ya ji bo herêmên kurdistanê tevgerek me ya giştî çêbû. Ji Efrînê heta Dêrikê me dest danîn ser saziyên dewletê û teslîmî rêveberiya sivîl kirin. Heta niha 12 şehîdên me çêbûne.

We got ku li hemberî piştgiriya mezin a gel, astengiyên hinek hêzên siyasî hene. We jî demek beriya niha bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku biryarên Desteya Bilind we eleqedar nakin. Ev tê çi wateyê, YPG serbixwe tevdigere?

Ya rastî hêzên leşkerî bêyî bernameya siyasî, bêyî arastekirina hêza siyasî nameşin. Me jî di destpêkê de qebûl nekir ku tu kes me wekî girêdayî partiyekê bibîne. Piştî avakirina Desteya Bilind a Kurd ku em wekî gaveke baş û netewî dibînin, me jî keyfxweşiya xwe anî ziman û wekî îrade qebûl kir. Em niha jî dibêjin ku Desteya Bilind ji bo Rojavayê Kurdistanê pêwîst e û divê bê pêşvexistin. Ji bo yekîtiya gelê kurd girîng e. Me xwest ku hêza parastinê tenê dibin banê Desteya Bilind de be. Me bi wan re civînek çêkir û daxwaza xwe ya ku em bi fermî xizmetê bikin, pêşkêş kir. Me got “em dixwazin hûn bernameyê çêbikin û em girêdayî we bin”. Ew jî erênî nêzîk bûn. Lê di pratîkê de ev yek pêk nehat, piştgirî nedan me. Me jî êdî nekarî wisa bisekinin û kar nekin. Ger ku em plansaziya xwe çênekin û kar nekin, em ê tasfiye bibin. Lewre me daxuyaniyek da û got ku mumkune bernameya me li dijî Desteya Bilind be, ji ber ku mesul ew in. Lê daxuyaniya me nayê wateya qebûlnekirina Desteya Bilind. Em niha jî Desteya Bilind wekî pêdiviyekê dibînin. Lê me fermî qebul nekin, em nikarin deriyên xwe ji wan re vekin.

‘HEVDÎTINÊN BI DESTEYA BILIND RE DIDOMIN’

Piştî van nîqaşan nêzîkbûnên desteyê guhertine, têkiliyên me çêdibin. Dixwazin bi me re civînek din jî çêbikin û bi fermî YPG’ê qebul bikin. Em dixwazin girêdayî hêzek siyasî bin, lê ev hêz partiyek nabe.

Di demeke ku hinek hêzan digot, “YPG girêdayî partiyekê ye” de, Endamê Meclîsa Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) Mehmûd Walî li Serêkaniyê hate kuştin. We jî aşkera kir ku hunê ji bo ronîkirina bûyerê tişta ji destê we tê bikin. Piştî vê bûyerê, li Rojavayê Kurdistanê partiyên cuda ji we daxwaza ku hun parastina wan bikin kir an na, ku daxwazek wiha were, hunê binirxînin na na?

Ev bûyereke bi guman bû, loma me jî zu bersiv da û me got em ê ronî bikin. Ev suîqest rojek piştî daxuyaniya me ya ku em biryarên Desteya Bilind guhdar nakin, çêbû. Em vê yekê wekî tiştek şolî dinirxînin. Belkî hemû kes dizane ka bûyer çawa çêbûye, lê ji bo me meseleyek hesas bû, hinek nakokiyên me yên têkildarî Desteya Bilind ji raya giştî re hatibûn aşkerakirin. Ji ber vê ev bûyerek ji rêzê nebû. Lêkolînên me yên derbarê bûyerê de dê bidomin. Heke meseleyek hundirîn be, hêzên asayîşê dê derxînin holê, lê êrîşek derve be, em ê wekî YPG’ê bersiva pêwîst bidin. Di vir de divê gel alikariya me bike.

‘PARTÎ DIXWAZIN EM CIWANÊN WAN PERWERDE BIKIN Û TEVLÎ YPG’Ê BIBIN’

Piştî van bûyeran hinek partiyên siyasî bi me re ketin têkiliyê. Dixwazin em ciwanên wan perwerde bikin û tevlî YPG’ê bibin. Em bi yekê gelekî keyfxweş dibin. Bila hemu kes zanibe ku ez behsa PYD’ê nakim, ez behsa gelek partiyên din dikim ku rasterast bi me re ketine nava têkiliyê û dixwazin ciwanên wan tevlî YPG’ê bibin. Em dixwazin ku hemû partî bi vî rengî nêzîk bibin.

Têkiliya we û hêzên din ên çekdar ên li Sûriyeyê jî tê nîqaşkirin. Dixwazim vê mijarê jî bipirsim. Hêzek ji van jî hêzên rejîmê ne. Li Rojavayê Kurdistanê li bajarên wekî Qamişlo ku rêveberiya wan neketiye destê gel, di navbera YPG’ê û hêzên Esed de têkiliyek çawa heye?

Tu têkiliya YPG’ê bi hêzên rejîmê re tune ye. Bajarê Qamişlo jî cihekî wê yê taybet heye. Em dixwazin fînala bidestxistina rêveberiyên gel a li Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo çêbibe. Lê em naxwazin ev pêngava me zirarê bigihîne gelê me. Em dixwazin encamek baş bigirin, lê windahiyên me kêm bin. Her tiştekî bedela xwe heye, lê em dixwazin di asta herî jêr de be. Loma em hesaba xwe baş dikin.

Baş e, têkiliya we ya bi komên çekdar ên Sûriyeyê ku di bin navê Artêşa Azad de hatine cem hev re di çi astê de ye?

Ew wekî YPG ji Artêşa Azad re rêz digirin. Em wan wekî şoreşgerên Sûriyeyê dibînin. Li dijî desthilatdariyek zordar têdikoşin û em dixwazin serkeftî bin. Lê pirsgirêkek me heye, ew jî ne bi wan re ye. Têkiliyên me bi Artêşa Azad re hene. Pirsgirêk bi muxalefeta Sûriyeyê re heye, ew jî li ser naskirina kurdan e. Em dixwazin kurd bi dildarî tevkariyê bidin Sûriyeyê, bi zorê na. Kurdan gelek bedel dane, ger ku fermiyetek hebe, jixwe beriya şoreşê jî li dijî rejîmê di nava şer de ye.

Li Qamişlo hefteya borî êrîşek bombeyî pêk hat û di encamê de 8 kes mirin û gelek sivîl jî birîndar bûn. Komek girêdayî Artêşa Azad ev êrîş girt serxwe û diyar kirin ku ew ê li vî bajarî êrîşên xwe zêde bikin. Ger ku êrîşên zirarê didin sivîlan zêde bibin, dê helwesta we çi be?

Em bi tu awayekî qebul nakin ku tu hêzek di nava bajarên Kurdistanê de bicih bibe û çalakiyan pêk bîne. Gelê Kurdistanê hêza xwe ya parastinê heye, loma em ji hemû hêzan dixwazin Kurdistanê jixwe re nekin mesken. Kî dibe bila bibe, em çalakiyên bi vî rengî qebûl nakin û rê nadin. Em ê vê meseleyê jî fêm bikin.

Hate gotin ku komek bi navê Selhedîn Eyyubî hun tehdît kirine. Gelo tiştek wisa heye, heke hebe asta wê çiye?

Bi rastî min tiştek wisa nebihîst. Heke tiştek wisa hebe, bila derkevin holê. Em li vir in û bi aşkera dibêjin ku em ê axa Kurdistanê biparêzin. Em naçin cihekî din û êrîşî tu kesî dikin. Lê em amadene li ser axa Kurdistanê bi hemû cîhanê re şer bikin. Pirsgirêka me bi tu kesî re nîn e. Ger ku Artêşa Azad be, cihê wan diyar e, li wir şerê xwe dikin, em di çarçoveya şerê li dijî rejîmê de rêzê ji wan re digirin. Lê bên û li ser axa Kurdistanê çalakiyên wiha bikin, em qebûl nakin. Em amade ne, veşartî nîn in. Tehdît ji ku bê bila bê, em ê wekî fedaiyan gelê xwe biparêzin.

Mijarek din a ku di rojevê de ye û we jî eleqedar dike ji, aloziya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ye. Meclîsa Tirkiyeyê tezkeriya ku destûrê dide mudaxeleya li hemberî Sûriyeyê qebûl kir. Ev yek ji bo Rojavayê Kurdistanê dibe tehdît an na, li hemberî êrîşek ku dibe ji aliyê Tirkiyeyê ve çêbibe, hun di pozîsyonek çawa de ne?

Wekî YPG’ê, tu pirsgirêkên me bi tirkan re nînin. Tu tehdîtek me ji bo tirkan çênabe û me ev ji raya giştî re jî aşkera kir. Lê Tirkiye di nava hinek hewldanan de ye. Em dibêjin, ger ku Tirkiye bi riya hewayî diçe bila biçe, di sînorê bajarên Sûriyeyê rê diçe mudaxele dike, bila biçe, karê me pê tune ye. Lê ji Efrînê heta Dêrikê axa Kurdistanê ye. Yek gavê jî derbasî vê axê bibe, emê di asta herî jor de berxwedanê nîşan bidin. Ger ku ji başiyê fêm bikin, dê kurd bibin dostên wan ên baş. Lê heke bêjin “li ser heyvê jî kurdek hebe em ê mudaxele bikin” wê demê em ê helwesta xwe nîşanî hemû cîhanê bidin.

Herî dawiyê Xaça Sor a Navneteweyî Sûriye wekî “Welatê ku şerê navxweyî lê heye” bi nav kir. Di vê rewşê de ji hemû aliyên şer dikin Peymana Cenevreyê derbasdar dibe. Gelo we bi awayekî fermî ji Xaça Sor a Navneteweyî re ragihandiye ku hun girêdayî vê peymanê ne?

Mixabin Sûriye ber bi rewşa şerê navxweyî ve diçe. Hemû kes xwe çekdar dikin. Li hemberî vê, helwesta me ew e ku kurd nekevin nava vê yekê û xwe bixwe biparêzin. Em naxwazin li Sûriyeyê tiştek wisa çêbibe. Beriya niha jî têkildarî vê mijarê pirs hatibûn kirin. Em tenê ji bo peymanên navneteweyî tevnagerin, feraseta me feraseta parastina rewa ye. Em artêşek êrîşker nîn în, artêşek parastina rewa ne. Ev yek qanûna xwezayî ye û li gorî peymanên navneteweyî ye jî. Ev qanunek pîroz e û ew ê pê re girêdayî bin.