Yoldaş: Xeta berxwedanê ya Kaypakkaya pêşengiya me dike

Endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê Tekîn Yoldaş: Îsrar û biryardariya têkoşînê ya Îbrahîm Kaypakkaya îro rêbertiya şoreşgerên li çiyayên Tirkiye û Kurdistanê, yên li bajar û zindanan li ber xwe didin, dike.

Endamê Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Tekîn Yoldaş, ji bo bîranîna salvegera şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya peyameke bi dîmen şand.

Tekîn Yoldaş di peyamê de ev tişt got:

“Îbrahîm Kaypakkaya di salvegera 50’emîn a şehadeta xwe de bi jiyan û helwesta xwe pêşengiya me şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê dike. Îbrahîm Kaypakkaya, di nav têkoşîna şoreşa yekgirtî ya Tirkiye û Kurdistanê de, bi îdealên hevpar ên Denîz, Mahîr û Îbrahîm Kaypakkaya, tê wateya ku ji lêgerîna navpergalî ya têkoşîna şoreşger a Tirkiyeyê û feraseta çepgir veqetiyaye. Di vî warî de di nava ‘Şoreşgeriya 71ê’ de di cihekî xweser de cih digire. Bi taybetî bi nirxandinên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd, bi analîzên xwe yên li ser pêkhateya civakî û aborî ya Tirkiyeyê, bi israra xwe ya di şerê çekdarî de, bi têgihiştina xwe ya şoreşgeriyê ya ku di bin şert û mercên êşkenceyê de “gotinek ji devê wî derneketiye’, di warê afirandina kevneşopiya şoreşger de, kesayetiyekî şoreşger ê mînak e.

Wek HBDH’ê Îbrahîm Kaypakkaya ku yek ji kesayetiya avakakar a me ye, ji kevneşopiya TKP-ML TÎKKO û pêşengê kevneşopiya MKP’ê ye, weke Mahîr û Denîz yek ji bingeha têkoşîna hebûna me ye. Di salvegera 50’emîn a şehadeta xwe de hê jî pêşengiya me dike û ev jî diyar dike ku kesên ew qetil kirine negihiştine armanca xwe. Xeta berxwedanê ya Îbrahîm Kaypakkaya îro li çiya û bajaran, di nav têkoşîna şoreşa yekgirtî de didome.. Di xeta berxwedanê ya Îbrahîm Kaypakkaya de helwesta şoreşgerî ya veşartî berdewam dike, biryardariya wî ya di têkoşînê de îro jî pêşengî û rêbertiya gelek jinên ciwan ên şoreşger dike. Weke HBDH em di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya de hemû hevrêyên ku di têkoşîna yekbûyî ya şoreşgerî ya Tirkiye û Kurdistanê de nemir bûne, careke din bi bîr tînin û bi rêzdarî diyar dikin ku em şopdarên îradeya wî ya têkoşînê, feraseta wî ya şoreşgerî û alaya wî ya têkoşînê ne.

KAYPAKKAYA HÊ JÎ RÊBERTIYA ME DIKE

Tevî biryardarî û têkoşîna xwe ya şoreşgerî, bi biryarên xwe yên teorîk jî tevkariyeke girîng daye tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê. Di vî warî de nirxandinên wî yên li ser şoreşa Tirkiyeyê orîjînal in. Îro biryardariya wî, nirxandina wî ya li ser pirsgirêka kurd, nirxandinên wî yên li ser Kemalîzmê, biryardariya wî ya avakirina xeta têkoşînê ya ku têkoşîna çekdarî ya li Tirkiyeyê diparêze, biryarên girîng in ku di têkoşîna ji bo Tirkiyeyê de bên nirxandin û li ser were sekinandin. Bi vê wesîleyê ez hemû şoreşgerên ku di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya de di têkoşîna şoreşa yekbûyî de nemir bûne û ev têkoşîn meşandine bi rêzdarî bibîr tînim. Û îradeya wan a têkoşînê di têkoşîna me ya pêşerojê de, di têkoşîna me ya azadiyê ya ji bo sosyalîzmê, di têkoşîna me ya şoreşgerî de jî rêberiya me dike. Îsrar û biryardariya têkoşînê ya Îbrahîm Kaypakkaya ku cesaret derxist holê û têgihiştina şoreşgeriyê ava kir. Berxwedêrî û têkoşîna Îbrahîm Kaypakkaya îro pêşengiyê li hemû şoreşgerên ku li di bin şertên faşîzmê de li Tirkiye, Kurdistan, bajar û zindanan de li ber xwe didin, dike. Silav ji berxwedêr, têkoşeran re! Silav ji wan kesan re ku alaya şoreşa yekgirtî bilind bikin! Silav ji wan kesan re ku li hemberî faşîzmê têkoşînê bikin. Îbrahîm Kaypakkaya nemir e! Bijî têkoşîna me ya şoreşa yekgirtî.”