Yekitiya Karker û Kedkaran banga greva giştî kir
Yekîtiya Karker û Kedkaran kêmbûna destheqê herî kêm protesto kir û banga greva giştî kir.
Yekîtiya Karker û Kedkaran kêmbûna destheqê herî kêm protesto kir û banga greva giştî kir.
Yekitiya Karker û Kedkaran, destheqê herî kêm ê sala 2023’yan ku ji aliyê desthilatdariyê ve hat diyarkirin, li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê protesto kir. Çalakî, bi tevlêbûna Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartê li ser “Em ji bo destheqekê ku pê bikarin bi awayekê mirovane bijîn têbikoşin û ji bo hilweşandina pergala koletiya bi peretî bibin yek“ nivîsandî hat vekirin. Bêyî navber dirûşmên “Dagirkirin, grev, berxwedan“, “Bimire pergala koletiya bi peretî“ û “Ne ya herî kêm lê jiyaneke mirovane“ hatin berzkirin. Yekitiya Karker û Kedkaran banga greva giştî kir.
HEJARIYÊ JI KARKER Û KEDKARAN RE REWA DIBÎNIN
Daxuyaniya li ser navê Yekitiya Karker û Kedkaran ji aliyê Îpek Bozkûrt ve hat xwendin. Bozkûrt bi bîr xist ku lîstika ji bo destheqê herî kêm ê sala 2023’yan hatiye lîstin, îro bi dawî bûye û destnîşan kir ku li gor daneyên fermî sînorê birçîbûyînê 7,785 banot in û destheqê herî kêm ku bi milyonan karker û kedkaran eleqedar dike wek 8,500 banot hatiye diyarkirin. Bozkûrt got ku ji bilî greva giştî tu rê nîn e û anî ziman ku ew ê hesab ji sermayedar û desthilatdariyê û burokratên sendîkayan bixwazin.
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû ku pişti daxuyaniyê axavtinek kir, got ku desthilatdarî derewan ev tişt diyar kirin: “Desthilatdarî zêdekirina destheqê herî kêm bi sê hezaran, wek razemeniyeke hilbijartinan dibîne. Pere ji berîka xwe nadin. Ji mafê karkeran dibirin, tune dikin, wan dixapînin û dişînin malê.“
Mûsa Pîroglû bi berdewamî anî ziman ku desthilatdarî pereyê ji gewriya xelkê dibire li şer xerc dike; bi xapandina gel dibêje qey wê dilê gel xweş bike û wiha pê de çû: “Zema ku me girtiye wê roj bi roj bihele û piştî serê salê em ê bibînin ku zema hatiye kirin wê bi kerî tu tiştî neyê. Patron we destheqê herî kêm bikin hincet û karkeran ji kar derbixin.“