Yek ji Apoyiyên pêşîn Armûtlû li Amedê hat veşartin

Yek ji Apoyiyên pêşîn Mehmet Emîn Armûtlû ku li Parîsê di emeliyata dil de jiyana xwe ji dest da, li ser wesiyeta wî li Amedê bi girseyî hat veşartin.

Yek ji Apoyiyên pêşîn Mehmet Emîn Armûtlû ku di derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de li Tirkiyeyê hat girtin û 20 sal di girtîgehê de ma. Armûtlû di 19'ê Gulanê de li Parîsê di dema emeliyata dil de jiyana xwe ji dest da.

Armûtlû ji sala 2001ê vir ve li sirgûnê dijiya. Tenduristiya wî di van salên dawî de bêtir xirab bûbû.

Cenazeyê Armûtlû li ser wesiyeta wî li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan (Baglar) a Amedê hat veşartin.

Endam û rêveberên Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Çand û Yekîtiyê ya bi Malbatên Li Deşta Şaristanan de Xizmên Xwe winda kirine (MEBYA DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Komeleya 78’an a Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Demokrat Partiya Herêman (DBP), Partiya Çepên Kesk jî tê de gelek kes beşdar bûn.