Komîsyona Yekitiya Ewropayê rapora salane ya Pêşketinê ya derbarê Tirkiyeyê de weşand. Di raporê de tê diyarkirin ku gelek doz li nivîskar, akademîsyen û rojnamevanên li ser pirsgirêka Kurd dinivîsin an jî dixebitin, tên vekirin û piraniya wan ji ber sucdarkirinên bi terorîzmê zêdetir 2 hezar û 800 xwendekar hatine girtin. Di raporê de ji bo pirsgirêka Kurd wiha hat gotin; “Pirsgirêka kurd ji bo demokrasiya tirk hê jî qaqiboya herî sereke ye”.
Di raporê de hate destnîşankirin ku di dozên Balyoz û Ergenekonê de girtinên demdirêj, binpêkirina mafê parastinê, îdîanameyên dirêj û berfireh berdewam dikin.
BINPÊKIRINÊN AZADIYA DERBIRÎNÊ METÎRSÎDAR IN
Komîsyona Yekitiya Ewropayê di Rapora Pêşkeftina 2012ê de ku tê de gavên ku Tirkiyeyê ber bi rêya Ewropayê de avêtine û kêmasiyên wê dinirxîne, diyar dike ku binpêkirinên azadiya derbirînê ‘’metirsiyên mezin’’ bi xwe re tîne cih da rexneyên ku ‘’azadiya çapemeniyê jî di pratîkê de bêhtir hatiye bertengkirin’’
Di Rapora Pêşkeftinê ya 2012ê de, di beşa têkildarî azadiyê ramanê ya li Tirkiyê de tê diyarkirin ku pakêta reforma darazê ya sêyem, zextên li ser medyayê kêmtir kirine û tê gotin ku; ‘’Lê ev reform di mijara azadiya derbirînê de pêşkeftinên girîng bi xwe re neanîn’’ Rapor wiha berdewam dike:
‘’Binpêkirinên azadiyê ramanê ên ku zêdetir dibin, metîrsiyên mezin çêdike ve di derbarê azadiya ramanê ya medyayê de sînordar kirin berdewam dike. Rojnamevanên ku herroj têne girtin, meyla binçavkirin û girtina xebatkarên medyayê û belavkarên wê, vê metirsiyê zindîtir dike.’’
95 ROJNAMEVAN, 2 HEZAR Û 800 XWENDEKAR DI GIRTÎGEHÊ DE NE
Komîsyona Ewropayê, di rapora xwe de cih dide daneyên RHEE’yê(Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê) û tê diyar kirin ku ji Nîsana 2012ê ve li Tirkiyeyê 95 rojnamevan li girtîgehê ne û di heman meha vê salê de ev bûye 57.
Li gel vê jî Komîsyon destnîşan dike ku ji Nîsanê ve; ‘’20 rojnamevanên di listeya 2012ê de bi reforma darazê ya sêyê hatine berdan’’
Di raporê de tê diyarkirin gelek doz hatine vekirin di derbarê nivîskar, akdemîsyên û rojnamevanên di derbarê kurdan de dinivîsin, gelek jê di derbarê tawanbariya têkildarî terorîzmê de ji 2 hezar û 800 zêdetir xwendekar jî hatine girtin.
Di raporê de tê gotin ku; ‘’Tirkiyê ji bo ku bikaribe cihêtiyeke beloq têxe navbera sorkirina tundiyê û azadiya derbirînê yê ku tundiyê venahewînin, divê zagona sizayê û têkoşîna bi terorê re biguherîne’’
OTOSANSUR Û DESTWERDENA DI ÇAPEMENIYÊ
Di vê çarçoweyê de, di rapora Komîsyona Ewropayê de ku rexneyên li rayedarên hikûmeta tirk hene, wiha tê gotin; ‘’Di asta herî bilind de rayedarên hikûmetê û yên leşkerî, dubare dubare li ber raya giştî li dijî medyayê diaxini û dozê vedikin. Gelek rojnamevan jî piştî ku di derbarên hikûmetê de nivîsên rexneyî nivîsîn ji kar hatin dûrxistin. ‘’
Komîsyon diyar dike ku ev hemû li ser azadiya derbirînê xweyî bandorên neyênî ne, medyaya tirk otosansur kiriye bûyereke berbelav û balê dikişîne ser qedexeyên YouTube û malparên din, filtrekirina tora inernetê, hişyarî û cezadayina li tvyan.
‘PIRSGIRÊKA KURD JI BO DEMOKRASIYA TIRK HÊ JÎ QAQIBOYA HERÎ SEREKE YE’
Komîsyoan Yekitiya Ewropayê di rapora xwe de cihek berfireh da pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Kurd bi vî awayî bi nav kir; “Pirsgirêka kurd ji bo demokrasiya tirk hê jî qaqiboya herî sereke ye”.
Di raporê de hate destnîşankirin ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewl da û bi Serokezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî, lê ev hevdîtin pêşde neçûn, her wiha hat diyarkirin pêşîlêvekirina demokratîk ya ku di sala 2009 de hat rojevê jî berdewam nekir.
Komîsyonê got; "Tirkiye bi êrîşên zêde yên PKK’ya ku di lîsteya terorê ya YE’yê de ye, pêk tînin re rû bi rû maye. Ev êrîş ji aliyê YE’yê ve bi tundî hatine şermezarkirin” û diyar kir ku lêpirsîna KCK’ê jî gelek hatiye berfihrekirin, divê çareçoveyê de operasyon zêde bûne, gelek siyasetmedarên BDP’yî, şaredarên hatine hilbijartin û endamên şaredariyan hatine girtin. Di raporê de hate gotin ku ev yek bandorek nerênî li demokrasiya herêmî û xwecihî dike.
LI QILABANÊ BERPIRSYARIYA SIYASÎ NEHAT NÎQAŞKIRIN
Rapora pêşveçûnê ya 2012’an, bûyera Qilabanê ya ku 34 sivîl di encama êrîşa balafirên tirk de jiyana xwe ji dest da cih digire û her wiha dinirxîne; “Pêknehatina lêpirsîneke giştî ya der barê bûyeran de bawerî derizand. Berpisriya siyasî nehat nîqaşkirin. “
Di raporê de tê xwestin ku di lêpirsînên li hemberî KCK’ê de rêzdariya bilindbûna hiqûqî bê nîşandan û di mijara operasyona Qilabanê de ji bo lêpirsîneke ‘zelal û bi bandor’ bê meşandin çi hewce bê kirin. Di raporê de wiha hate gotin: “Xebatên makeqanûn li ber çavan re bê derbaskirin û ev yek di serî de ji bo pirsgsirêka kurd û gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê dê derfetan biafrîne.”
Di rapora pêşketinê de hate destnîşankirin ku di sala 2009’an de pêşîlêvekirina Elewiyan pêk hatiye, lê berdewamiya wê ya şênber tune û elewî bi newekheviyan re rû bi rû ne. Di raporê de wiha tê gotin: “Belgeyên kesane yên wekî cuzdana nifûsê ku agahiyên de der barê ol de jî cih digirin, bi hin çalakiyên newekheviyê û kesên ji îslamê derbasî ola din bûne ji aliyê hin rayedarên herêmî ve tên nerehetkirin. Di cuzdanên nifûsê de endamtiya wan a ol destnîşankirin, tê wateya binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê.
Hate diyarkirin ku elewî li hin lijneyên cemawerî di mijara kar de rastî newekheivyan tên û wiha hate gotin: “Berdewameke şênber a pêşîlêvekirina Elewiyan ku di 2009’an de pêk hat tune.Elewî ji bo îbadeta xwe bikin cihên nû peyda dikin û bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Elewî li hin bajaran malên wan hedef hatin girtin. Ji berê jî fikara wan zêde ye.
Komîsyon li ser rewşa civakên ku ne misliman in jî sekinî û wiha got: “Di pêkanîna qanûnên îmarê yên ji aliyê rayedarên herêmî de bêpergaliyek heye. Cihên îbadetê û nû kirin bi awayekî keyfî tên redkirin.
Civakên ne musliman bi pirsgirêkan re rû bi rû ne û di mijarên wekî kardîtin, mafê mulkiyetê û edaletê de zehmetiyan dikişînin.”
Di rapora Komîsyona Ewropayê de cih dan renxeyên der barê mijarên wekî şîdeta li hemberî jinê, tevlibûna jinan a di kar de, zewaca bi zorê û zû, û ligel vê mijarên lezbiyen, gay, bîoseksuel, transeksuel jî hatin destnîşankirin û hat gotin ev kes rastî newekheviyê tên.
Komîsyonê da zanîn ku ligel ku nifûsa jinê kêm tevlî hêza kar dibe jî betaliya jinan ji ya mêran zêdetire û got ji 3’an yek jin di sektora çandiniyê de dixebitin û dema ev rêje mirov li ber çavan digrin di binê ji sedî 15’yî de jin pere qezenc dike.
Her wiha, di raporê de dozên şîdetê yên li hemberî jinan fikaran zêde dike û di hin dozan de polîs li şûna ku alîkariyan bidin qurbanên şîdetê ji jinan re israr dikin ku jin vegerin cem kesên şîdetê li wan dikin.