Xwendekarên jin dê bi navê YXK-Jin xwe bi rêxistin bikin

Xwendekarên jin dê bi navê YXK-Jin xwe bi rêxistin bikin

Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê ya ku li Ewropayê xebatan dimeşîne (YXK) 18’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anîn. Li gorî biryarên kongreyê xwendekarên jin ji vir şûnde dê di bin banê YXK-Jin de xwe bi rêxistin bikin.

Yekitiya Xwendekrên Kurdistanê (YXK) li Bajarê Mannehîm 18’emîn Kongeyraya xwe ya Asayî pêk anî. Ji 21 zanîngehên Almanyayê nêzî 60 delegeyî tevli kongreyê bûn. Kongreya k udu rojan berdewam kir, ji bilî xwendekarên kurd, yên Alman, Tirk, Japon û Ereb jî tevlî bûn.

Di kongreyê de nîqaşên li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bi giranî pêk hatin û xwendekaran biryar dan ku kampanyaya îmzeyan ya ji ‘Ji Ocalan re Azadî’ zêdetir aktîf bibe banga tevlibûnê kir. Xwendekaran da zanîn ku heta kongreya din divê 200 hezar îmze bên berhevkirin û her wiha biryar hate girtin ku zanîngeh, navendên civakî û komele dê panel, konferans, semînerên ku parêznameyên Ocalan dike mijar dê pêk bînin.

Xwendekaran biryar girtin ku projeya ‘kurdî hin bike, bide hînkirin’ ku sala borî dabûn destpêkirin dê berfireh bikin. Ji ber vê jî dê li zanîngeha kursên kurdî vebikin.

Biryareke din ya girîng ya ku dikongreyê de hate girtin ev ku rêxistinbûna xweser ya xwendekarên jine. Xwendekarên jin dê ji vir şûnde di bin siwaneya YXK-Jin de xwe bi rêxistin bikin.

YXK li Ewropayê li 24 zanîngeha xebatên xwe dimeşîne. Lê hedef dikin ku bi kongreya ku di meha kanûnê de pêk tînin zêdetir xwendekaran bi rêxistin bikin.