Xwendekarên Geverê ji bo Îşbîlîr û Tokçû meşiyan

Xwendekarên Geverê ji bo Îşbîlîr û Tokçû meşiyan

Li navçeya Colemêrg Geverê, xwendekar ji bo Mehmet Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû yên di 6 û 7'ê Kanûna 2013'an de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, di salvegera qetilkirinê de meşiyan.

Xwendekarên li navçeya Geverê hatin cem hev, ji bo Mehmet Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû yên di 6 û 7'ê Kanûna 2013'an de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, di salvegera qetilkirinê de meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Xwendekar bi pankarta bi nivîsa "Şehîdên Şoreşê Namirin" ji ber xaçerêya girtîgeha berê heta ber Otela Oslo meşiyan. Li dû meşê xwendekaran bi qasî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê lidar xistin û piştre li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz girtin.

Di daxuyaniya li vê derê de hat bibîr xistin, ku gelê Kurd bi salane rastî komkujiyan tê û hat gotin, "Dewleta Tirk, komkujî ji xwe re kiriye tebîetek. Divê ciwanên Kurd li hemberî qetilkirina Mehmet, Veysel û Bêmal bêdeng nemînin, bi serhildan û berxwedaneke xurt xwedî li şehîdên me were derketin û bersiv li komkujiyê were dayîn. Eger em bersivê nedin, heman bûyer wê dîsa bi serê me de were. Em li bendê ne ku tevahiya ciwanên me rabin serhildanê."

Piştî daxuyaniyê bi sedan ciwanan dirûşmên "Bijî PKK", "Şehîd Namirin" û "Şehîdên Şoreşê Namirin" qîriyan, careke din ber bi xaçerêya girtîgeha berê meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn.