Xwendekarên binçavkirî anîn edliyeyê

Xwendekarên binçavkirî anîn edliyeyê

46 xwendekarên zanîngêhê yên di pîşeya tendûristiyê dixwendin û di operasyona 7 bajaran ku navenda wê Enqereyê bû de hatibûn binçavkirin anîn Edliyeya Enqereyê. Hate zanîn ku, 12 xwendekarên ku li Afyonê hatibûn binçavkirin dê derxînin Edliyeya Afyonê.

Pêr li Enqere, Stenbol, Amed, Mêrdîn, Eskîşehîr, Kirikkale û Afyonê operasyon hatibû lidarxistin û 46 xwendekarên zanîngehê yên di pîşeya tendûristiyê dixwendin hatibû binçavkirin. Xwendekarên ku endamên Komîsyona Xwendekaran ya SES'ê û Baskên Tendûristiya TTB'ê ne û di encama serdegirtina mal, şevnişînan de hatibûn binçavkirin îro derxistin Edliyeya Enqereyê. Xwendekarên di fakulteyên wekî tip, hemşîretî û bijîşkiya diranan de dixwendin di bin dorpêça polîsan ve hatin edliyeyê. Dema xwendekar anîn malbat û hevalên wan bi dirûşmeya "Zextan me bêzar nake" û bi sirûda "Herne pêş" piştgirî dan xwendekaran.

Piştre li ser navê girseyê Taylan Atar axivî û da zanîn ku, bi girtina mirovan yek bi yek, nikarin gelê Kurd biqedînin û wiha got; "Dê gelê Kurd rojekî hesabê van tiştan bipirse. Em binçavkirinan şermezar dikin û diyar dikin ku em li cem hevalên xwe ne."

Hate zanîn ku di demekî kin de dê îfadedayîna xwendekaran ya li pêşberî dozger destpê bike. Ji aliyê din gelek parêzerên girêdayî Baroya Enqereyê ji bo parastina xwendekaran bikin, hatin edliyeyê. Hate hînbûn ku, 12 xwendekarên ku li Afyonê hatin binçavkirin û niha li Miduriyeta Polîsan ya Afyonê tên girtin, dê derkevin Edliyeya Afyonê.