Xwendekarê winda li qereqolê hate dîtin

Xwendekarê winda li qereqolê hate dîtin

Hate zanîn ku xwendekarê Zanîngeha Stenbolê yê bi navê Veysel Can Karakaş yê ku piştî êrîşa komeke xwendekarên dijber winda bû li Qereqola Polîsan ya Şehremînî hate dîtin.

Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Vesyel Can Karakaş piştî êrîşa komeke ulkucuyan demekê tu agahî jê nehatin girtin. Hevalên Karakaş li her derê lêgeriyan lê peyda nekirin. Hate zanîn ku, Karakaş şevê din piştî dermankirina li Tipa Edlî ya Hasekiyê birin Qereqola Polîsan ya Şehremînî. Hate hînbûn ku, Karakaş hêj li qereqolê tê girtin.