Xwendekaran zext protesto kirin
Xwendekaran zext protesto kirin
Xwendekaran zext protesto kirin
Li Geverê xwendekarên lîseyê pêkûtiyên polîsan ên ku bi rojan e didome bi meşeke şermezar kirin.
Li navçeya Colemêrg a Geverê di dema sewqiyata leşkerî de polîsan êrîşî gel kiribûn û li kolana dermanfiroşan wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Xwendekarên lîseyê ev pêkûtiya ku bi rojan e didome bi meşeke şermezar kirin. Xwendekaran di dema derketina dibistanê de bi pênûs û lênûsên xwe ve ji kolana Eczaneyê heta ber Otela Osloyê bi dirûşmên "Şehîd namirin" "Bijî Serok Apo" "Pêkûtî me bêzar nakin" berz kirin. Xwendekaran li vir 5 deqe çalakiya rûniştinê li dar xistin û piştre belav bûn. Li aliyê din dema polîsan hêzên teqwiye anîn kolana Eczaneyê bombeya gazê di nava polîsan de teqiya.