Xwediyê Îmtiyazê yê MA’yê Çelîk hat destgîrkirin

Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Ferhat Çelîk ku ji bo îfade bide çû Qereqola Hûzûrevlerî, hat destgîkirin.

Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya (MA) Ferhat Çelîk ji bo di çarçoveya Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê der barê wî de jî daye destpêkirin, çû Qereqola Hûzûrevlerî ya li navçeya Peyaza Amedê. Çelîk li qereqolê hat destgîrkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de di 25’ê Nîsanê de li 21 bajaran serdegirtinên malan hatibûn kirin û 191 kes hatibûn destgîrkirin. Rojnamevan, parêzer û siyasetmedar jî di nav de zêdetirî 50 kesî hatibûn girtin.  

Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar (Aslan Aydogan) jî di çarçoveya heman lêpirsînê de îro dema ji Elmanya vedigeriya Amedê li Balafirgeha Amedê hat destgîrkirin. Karûbarên destgîrkirinê yên Kanîwar didomin.