Xizmên Windayan ji bo Çelîk û Keremoglû yên hatin qetilkirin hatin cem hev

Xizmên windayan û Şaxên ÎHD'ê ji bo Alî Çelîk ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin û Kadîr Keremoglû yê li Wanê hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, hatin cem hev.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di çalakiya xwe ya 740’emîn a “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Alî Çelîk ê di sala 1994’an de piştî ku li navçeya Qosera Mêrdînê çû qereqolê hate qetilkirin, hate pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn, êrîşa hefteya borî ya li Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê hate kirin şermezar kir û anî ziman ku wê tu tundî bê hesab nemînin. 

Zeytûn, bal kişand ser mutalaaya ku dozger duh di Doza Kobanê de pêşkeşî dadgehê kir û wiha got: “Tevî ku gelek caran Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hişyar kir ku Doza Kobanê dozeke siyasî ye jî dadgehê ev yek bi tu awayî li ber çavan negirt. Dîsa nûçeyên ku 15 rojnamevanên girtî çêkirine weke delîlê sûc hate hesibandin. Ev hemû di encama polîtîkayên cihekar ên li dijî Kurdan tên meşandin de ne.”

Piştre Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Parêzer Jiyan Ormanli çîroka Alî Çelîk xwend.

Daxuyanî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê ya ji bo Çelîk û hemû windahiyan bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî Malbatên Windahiyan û endamên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 576’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan hatin ba hev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de aqûbeta Kadîr Keremoglû yê di 14’ê Nîsana 1995’an de piştî li Wanê hate revandin û destgîrkirin careke din agahî jê nehate girtin, hate pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Abdûrrezzak Katamaz di daxuyaniyê de çîroka Keremoglû xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.