Xeyala wê ya herî mezin Kurdistaneke azad bû

Gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan, tevî ku jineke Tirk bû, di nava xwe de kesayetek gerdûnî afirand û ji bo li Rojhilata Navînek azad bijî, têkoşiya. Xeyala wê ew bû ku li ser axa Kurdistanê utopyaya azadiyê pêk bîne.

Gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan dema li Zanîngeha Hacettepeyê Beşa Dîroka Hunerê dixwend, di nava kevneşopiyeke ku nirxên sosyalîst serdest bû, mezin bû û li azadiyê geriya. Ciwanên welatparêz nas kir û piştî bi berxwedana Kobanê bandor bû di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Ekîn Wan xwe di gelek waran de pêş xist û bi fedakarî jiya.

Ekîn jineke şoreşger bû, sînorên ku netew-dewletan di hiş û dil de avakiribû, derbas kiribû. Her ku sînor derbas dikir, bedewtir dibû. Di her şert û mercî de, sadebûn, dilnizmî û cewhera xwe winda nekir. Di xwe de pîvanên xwezayî yên evînê û xemla azadiyê çand. Her ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, bedewtir bû, bi wate bû û wateyek lê zêde kir. Weke jineke Tirk di nava Tevgera Azadiyê de bi serbilindî û bi rûmetî meşiya. Ew her dem di nava lêgerîna ku bersiva pirs û nakokiyên xwe bibîne.

DI FERQA ROLA XWE DE BÛ

Meşa bi rûmet ya jiyanê bi tevlîbûneke dilsoz dest pê kir. Rola xûnavê di nûkirina xwezaya dayikê de çi be, rola jinan di çiyan de ew bû. Li vir gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan di zanabûna rol û giraniya wê de bû. Ekîn Wan navê civak û civakbûna mirovan bû. Şehîd nayên jibîrkirin, Ekîn Wan nayê jibîrkirin. Pîrozgehên ku bi zehmetî û berdêlan tê qezenckirin, tê de bedewî û rûmet hebe, berxwedan û têkoşîn hebe, nayên jibîrkirin. Her kêliya ku di nava gerîla de hatiye jiyîn, her nameya ku hatiye nivîsandin girîng e, lewma gerîla ji xwe re kiriye prensîba ku bi wate re hevdîtin pêk bînin.

Gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan jiyana xwe bi hemû awayî jiya û ji dîrokê re tiştek hişt. Hêvî û xeyalên xwe ji nifşê nû re hişt. Her wiha şopên wisa hişt ku jiyan bi hezaran sal şûnde jî watedar e, ew e ku dem û wate li hev bîne.

BI HEVRÊYÊN XWE RE PARVE KIR

Ekîn Wan dilê xwe da vê jiyanê. Di hemû dilan de cihê wî hebû. Jiyan kêlî bi kêlî, bi girêdanên hevrêtiyê xiste dîrokê, fêm kir ku jiyan bi parvekirinê xweş e. Xewn û bîranînên xwe tenê di quncikekî hişê xwe de nehişt, bi hevrêyên xwe re parve kir, kêliyên dîrokî her tim dinivîsand. Gerîla Ekîn Wan ji ber ku evîna wê ya zarokatiyê bû, xeyalên xwe li ser kaxizên zelal û bi qasî dilê xwe paqij nivîsand. Tevî ku jinek Tirk bû jî, di nava xwe de kesayetek gerdûnî afirand û xwe da têkoşîna ji bo jiyana Rojhilata Navîn a azad. Di sala 2022’an de di êrîşa artêşa Tirk a li Zapê de, şehîd ket. Beriya şehadeta xwe nivîsek nivîsand û di vê nivîsa xwe de xeyala xwe anîbû ziman. Ev xeyal bû hêviya serkeftinê.

Gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan wiha nivîsî: “Em dîroka Kurdistanê dibînin û ez dîsa bi kelecan im. Ez ji vê dersê gelek kelecanî dibim. Yek ji xeyalên min ên herî mezin ew e ku ez rojekê li ser navê rêxistinê xebatên kolandinê û restorasyonê bimeşînim. Endamên PKK'ê wê bibana arkeologên herî baş ên cîhanê. Em hemû pispor in di bikaranîna bêrê de. Hesasiyeta li hemberî dîroka me bêguman wê di asta herî jor de bûya. Me dîtinên xwe li muzexaneyeke mutewazî ya ku em ê li ser navê şehîd Hêlîn Murat vebikin, nîşan bidin. Û ger em rojekê Qersê azad bikin, em ê ji nişka ve pira hilweşayî ya di navbera Ermenîstan û Arpaçayiyê de ji bo bîranîna Hrant restore bikin. Lingekî pirê li Kurdistanê û yê din jî li Ermenîstanê ye. Mîna pira şoreşgeran a li ser ava Zapê, ji bo bibe pirek di navbera du gelên qedîm û dostên van xakan de. Û ji bo bîranîna şehîd Hêlîn Murat ez dixwazim hemû dêrên Cîloyê binivîsim, xêz bikim û tamîr bikim. Min bihîstibû ku Rêberê me li Kela Hoşapê dipirse û meraq dike. Keleha serdema navîn a mîrekî Kurd e, Rêberê me dema li ser bircan hêlînên çûkan bibîne dê kêfxweş bibe. Ez hêvî dikim ku em ê dijmin û hevkarên wê ji vir derxin û vir ji nû ve birêxistin bikin. Da ku Rêbertî bikaribe rêwîtiyê bike û bi rehetî lêkolîn bike. Em ê bi hev re ji Nemrûdan hilata rojê û rojavabûna rojê ji Kela Wanê temaşe bikin. Em ê Pira Malabadî bi porê Rindexan bihûnin. "

Ekîn Wan di têkoşîna azadiyê de hem weke arkeolog û hem jî weke şoreşger xwe bi cih kir. Xeyala wê ew bû ku li ser axa Kurdistanê utopyaya xwe ya azadiyê pêk bîne. Li ser vê bingehê di sala 2022’an de di Pêngava Bazên Zagrosê de bi qehremanî şer kir û şehîd bû.