Xelat ji kedkarên çapemeniya azad ên dîlgirtî re hate dayin

Xelatên Azadiya Îfadeyê û Fikrî ya Ayşenûr Zarakolû yên 21'emîn ji kedkarên çapemeniya azad ên saleke girtî ne, hate dayin.

Xelatên Azadiya Îfadeyê û Fikrî ya Ayşenûr Zarakolû yên 21'emîn gihîşt xwediyên xwe. Xelat radestî rojnamevan-nivîskar Pakrat Estûkyan, rojnamevan-nivîskar Tûgrûl Eryilmaz û kedkarên çapemeniya azad ên dîlgirtî re hatin dayin.

Xelat ji sala 2003'an û vir ve ji aliyê Şaxê Stenbolê yê ÎHD'ê ve ji bo bîranîna parêzvana mafên mirovan Ayşenûr Zarakolû tê dayin.

Merasîma xelatdayinê wê îro saet di 18:30'î de li Salona Civînê ya Emîl Galîp Sandalci ya Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê bê lidarxistin.