Xebatên hilbijartinê Nurnberg û Bûdapeşte destpê kirin

Li bajarê Elmanya Nurnberg û li bajarê Romanya Bûdapeşteyê, xebatên ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê destpê kirin.

Li bajarê Elmanya Nurnberg û li bajarê Romanya Bûdapeşteyê, xebatên ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê destpê kirin.

NURNBERG

Li bajarê Elmanya Nurnberg û bajarên derdora wê, ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê starta xebatan hat dayîn. Bi komîsyona ji 21 kesî re, koma hilbijartinê ya HDP'ê hat avakirin. Di civîna li bajarê Nurnbergê de gelek kes beşdar bûn. Di civînê de rê û rêbazên xebatên li Nurnberg û derdora wê ji bo hilbijartinê werin kirin, hatin nirxandin.

Di civînê de biryar hat dayîn, ku buroyeke di nava vê demê de xebateke aktîf bimeşîne, were avakirin. Biryar hat dayîn ev buro xwe bigihîne gel, der barê rêbazê bikaranîna dengan de agahiyan bide.

Li Mala Gel a Medyayê ya li Nurnbergê, wê civîna hilbijartinê di dawiya hefteyê de bi beşdariya pêkhateyên HDP'ê were lidarxistin. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Nurnbergê Senem Kartal da xuyakirin ku ji bo dengekî bi tenê jî vala neçe, ew ê seferber bibin. Destnîşan kir ku ew ê xebatên hilbijartinê bi gelê Kurd û dostên gelê Kurd re baş organîze bikin û wê encamê bigire. 

BÛDAPEŞTE

Li Paytexta Romanya Bûdapeşte jî, komîsyona hilbijartinê ya ji 15 kesan hat avakirin û dest bi xebatên xwe kir. Komîsyon plan dike ku bi pîrobahiya Newrozê re civînên hilbijartinê yên bi beşdariyeke berfireh organîze bike. Kurdistaniyên li Romanyayê yên dixwazin xwe bigihînin her kesî, hedefa wan herî kêm 2 hezar deng e.