Malbata gêrîla Kudbettin Gunduz (Siyabend Varto) ku di pevçûna Zozanê Gormeli ya Kirikhanê de jiyana xwe ji dest da, teşhis kir. Xalê gêrîla Siyabend Serokê BDP'a Gimgimê Giyasettin Altin diyar kir ku, dibe xwarziyê wî Gunduz bi saxî hatibe girtin û înfazkirin.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Kudbettin Gunduz (Siyabend Varto) ku di pevçûna Zozanê Gormeli ya Kirikhanê yê 29 û 30'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, teşhis kir. Malbata ku hatin Edeneyê û serî li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê dan, cenazeyê gêrîla Siyabend Varto teşhîs kir. Bavê gêrîla Siyabend Hazalî Gunduz, xalê wî û di heman demê de Serokê BDP'a Gimgimê Giyasettin Altin rêveberen ÎHD'ê hatin ber saziyê û serî li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê dan.
‘DIBE BISAXÎ HATIBE ÎNFAZ KIRIN’
Xalê gêrîla Siyabend Giyasettin Altin diyar kir ku, xwarziyê wî bi komployê hate qetilkirin û wiha got: "Ihtimalek mezin xwarziyê min bi saxî hatiye girtin. Ruyê wî perç perçe bûye. Me ew ji çavê wî nas kir. Em dizanin hin kes ji vî şerê heyî rantê dixwe. Em dibêjin êdî bese. We bi hezaran ciwan tune kirin. Êdî Tirkiye vî şeri ranake." Bavê gêrîla Siyabend Hazalî Gunduz jî di nava hêsiran de xwest ev şer bi dawî bibe û wiha got: "Edî kurd û tirk vî şerî naxwazin. Divê pirsgirêka Kurd çareser bibe."
Malbat piştî bersivê ji dozger bistînin dê cenazeyê zarokê xwe wergirit nû li gundê Kêrsê yê Gimgimê bi girseyî bê definkirin.