Li Tirkiyeyê rexmî artêşa bêkaran Wezîrê Xebatê Farûk Çelîk îdîakir ku, “yê bixwaze em wî dikin xwedî pîşe, heta li ser re jî pere didinê. Kar heye xebatkar tunene.”
Wezîrê Xebatê Farûk Çelîk li Kulturparka Bûrsayê bersiva pirsên rojnamevana da. Wezîr Çelîk îdîakir ku, li Tirkiyeyê pirsgirêka kar tuneye, pirsgirêka xebatkaran heye û got; “Li tevayî bajarên Tirkiyeyê 100 hezar karên ku îstîhdam lê bê kirin hene, em tengasiyê di peyda kirina elemana de dikişînin. Kar heye xebatkar tune ne. Heta bi rênîşandana şêwirmendên pîşeyî jî yê bixwaze bibe xwedî pîşe, em wana dikin xwedî pîşe, li ser re jî pere didin wana.”
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) ya Gulana 2012’an, li Tirkiyeyê rêjeya bêkaran ji sedê 8,2, hêjmara bêkaran jî 2 milyon 272 hezar kese. Hêjmara îstîhdam ya ji dervey qeydên jî ku artêşa bêkaran îşaret dike weke 10 milyon 87 hezar kes derbazî qeydan bûye.