Wezîrê Dadê Ergîn: Dikarin Ocalan beşdarî pêvajoya çareserî bikin

Wezîrê Dadê Ergîn: Dikarin Ocalan beşdarî pêvajoya çareserî bikin

Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdetirê salekê ye di tecrîda girankirî de ye, û diyar kir ku dikarin Ocalan beşdarî çareseriya pirsgirêka “terorê” bikin û îdîa kir ku Ocalan bi malbata re hevdîtin pêk tîne, lê bi parêzeran re pêk nayne.

Wezîrê Dadê yê Tirk Sadûllah Ergîn beşdarî kanala NTV da û bersiv da pirsên nunera Enqereyê Nîlgun Balkaç.

Ergîn îdîa kir ku Ocalan bi xwe naxwaze hevdîtin pêk bê û diyar kir ku carna hevdîtinê bi malbata xwe re pêk tîne, lê parêzerên xwe re pêk nayne.

Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdetirê salekê ye di tecrîda girankirî de ye, û diyar kir ku dikarin Ocalan beşdarî çareseriya pirsgirêka “terorê” bikin.