Wezîr Çelîk; Dê li gorî hilberînê meaş bidin karmendan

Wezîr Çelîk; Dê li gorî hilberînê meaş bidin karmendan

Wezîrê Ewlehiya Xebatê û Civakî Faruk Çelik, diyar kir ku wan di pêşnameya xala 657'an ya Karmendên dewletê hin guhertin plan kirine û wiha got: "Em dê pergalek wisa bînin ku her kes li gorî hilberîn û keda xwe meaş bigire. Kesên hilberina wan zêde dê meaşê wan jî zêde be û kesên hilberîna wan kêm dê meaşê wan jî kêm be."

Wezîrê Ewlehiya Xebatê û Civakî Faruk Çelik, di bernameyek televîzyonê de diyar kir ku, ew dê di zagona karmendên dewletê ya hêjmara 657'an de hin guhertinan çêkin û ji bo karibin hilberîna kar zêde bikin dê li gorî hilberînê meaş bidin karmendan. Çelîk, anî ziman ku plan dikin ku di xala hêjmar 657'an a karmendên dewletê de guhertinê çêkin û li gorî hilberînê meaş bidin karmendan. Çelîk, da zanîn ku karmendên serkeftî her tim bajarên Stenbol, Enqere, Bursa û wekî din hildibijêrin. Çelîk îdîa kir ku zagona heyî cudakariyê dike nava xizmeta bajaran û burokrasiyê pêş dixe.

Çelîk, bilêv kir ku ji bo wan hilberîn jî girînge û dê li gorî hilberînê meaşên karmendan zêde bikin û wiha got: "Em dixwazin ji 3 mîlyon karmendan bêtir berhemê wergirin. Karmend dibêjin ji xwe em bûn karmend û me karê xwe teqez kir. Lê ger ku hilberîn tune be dê li gorî wê meaşê wan jî bê guhertin. Ger ku 25 sal garantî be û destê xwe nedin kar wisa nabe. Ev feraseta hilweşandina dewletê ye. Divê em ne ji bo dewletê hilweşînin, ji bo dewletê ava bikin bixebitin. Ji ber vê yekê em dê hilberînê esas bigirin."