Wezareta Navxweyî ya Tirk der barê mitînga li Hopayê ya ku mamosteyê malnişî Metîn Lokûmcû di encamê de jiyana xwe ji dest dabû, doz vekir. Hinceta dozê jî “ziyan dane 11 wesayîtan.”
Wezareta Navxweyî ya Tirk li 5’emîn Dadgeha Elsiye ya Enqereyê doz vekir û daxwaza tazmînatê ji 50 kesên li ber avahiya AKP’ê ya Enqereyê xwepêşandan li dar xistin xwest. Wezaretê bi îdîaya çalakgeran ziyan dane 50 wesayîtê daxwaza tazmînatê ji wana dike.
Di encama bûyerên li Hopayê qewimîbûn de doz li 64 kesan hatibû vekirin. Di heman rojê de jî li Enqereyê xwepêşadanên protestoyî hatin lidarxistin. Ji ber vê xwepêşandanê 37 kes bi hinceta “endamên rêxistinê” û 46 kes jî bi hinceta “li dijî qanûna xwepêşandan û meşan rabûne” tên darizandin.