Wêneyên yekem ên Plutonê wê di meha Çileyê de bên kişanddin

Wêneyên yekem ên Plutonê wê di meha Çileyê de bên kişanddin

Plutona ku heta sala 2006’an gerstêrka herî biçûk a Sîstema Rojê dihat zanîn, bi armanca lêkolîna wê wesayîta fezayê ya bi navê New Horîzons piştî rêwîtiya xwe ya 9 salan şûnde, gihişt nuqteya herî nêz a gerstêrkê. Wêneyên yekem ên Plutonê di meha Çile de tên kişandin. 

Ji aliyê Ajansa Hewayî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ve daxuyaniyek hat dayîn û diyar kir ku wesayîta fezayê ya New Horîzons roja Şemiyê gihiştiye nuqteyeke ku 260 mîlyon kîlometre nêzî Plutonê ye. Wesayîta Fezayê piştî rêwîtiya 9 salan şûnde gihişt herêmê  û hat gotin ku ji meha Çile û şûnde wê wêneyên yekem ên Plutonê bên kişandin. Rêveberê NASA’yê Alîce Bowman da zanîn ku wesayît wê di meha Tîrmehê de bigihêje nuqteya herî nêz a gerstêrkê.

Pluton a di sala 1930’î de hat keşfkirin, heta sala 2006’an de wek gertêrka herî biçûk a Pergala Rojê dihat qebûlkirin, lê ji ber mezinahiya xwe ya ku bi qasî ji sisêyan yekê heyvê bû, wek ‘gerstêrka biçûk’ hat binavkirin. Ji bo lêkolîna vê gerstêrkê wesayîta New Horîzons di 2006’an de şandibûn fezayê.

Wesayîta fezayê di rêwîtiya xwe ya hezar û 873 rojî de ji bo xerckirina enerjiya wê kêm bibe di moda xewê de hatibû hiştin. Lê du mehan carê dihat aktîvîtekirin û  her tim xebitandina wê dihat kontrokirin, hefteyekê carekê de peyama ku ji wesayîtê dihat şandin, dihat girtin.

New Horîzons di meha Tîrmehê de mîsyona xwe ya der barê Plutonê de temam dike û lê ji vê dîrokê şûnde wê li aliyê herî dûr a Pergala Rojê peywira xwe bike. Wesayîta fezayê qada gerstêrkan a dûrî Plutonê wê lêkolîn bike.