Welatparêzê Kurd Tahir Serhat li Rûsyayê jiyana xwe ji dest da

Welatparêz û kedkarê Tevgera Azadiya Kurdistanê Tahir Serhat li bajarê Soçî yê Rûsyayê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Welatparêz û kedkarê Tevgera Azadiya Kurdistanê Tahir Serhat ê ku di sala 1965’an de li Îdirê ji dayik bûbû, bi salan bi awayekî çalak tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bû. Tahir Serhat di salên 1990’î de li gerîlayên Kurdistanê re milîstî kir û bi awayekî çalak tevlî xebatên siyasî bû.

Di sala 1997’an de ji ber zextên dewleta Tirk çû Rûsyayê û bi awayekî çalak tevlî xebatên şoreşa Kurdistanê bû. Wî wekî welatparêzekî hemû erkên xwe bi cih anî.

Cenazeyê Tahir Serhat li Îdirê hate veşartin. Dewleta Tirk a faşîst nehişt ku malbat û xizmên wî konê sersaxiyê vedin.