Welatiyên Ereb: ‘Malên me talan kirin û şewitandin’
Welatiyên Ereb: ‘Malên me talan kirin û şewitandin’
Welatiyên Ereb: ‘Malên me talan kirin û şewitandin’
Welatiyên gundê Yûsifiyê diyar kirin ku komên çete yên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra malên wan talankirine û şewitandine.
Komên çete yên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra berî niha bi hefteyekê êrîşî gundê Yûsifiyê yê 17 km li başûrê Girkê Legê ye, kiribûn. 400 malbatên Ereb ku li gund dijîn malên xwe berdan û koçber bûn. Şêniyên gund diyar kirin ku komên çete malên wan talankirine û şewitandine.
Feysel Elî Salih yek ji welatiyên ku ji gundê Yûsifiyê koçber bûye, diyar kir ku ev komên xwe wek Misliman nîşan didin ew ji gund derxistin, malên wan talan kirin û diziya wan kirin. Salih, diyar kir ku komên çete li herêmê bi armanca ku welatiyan bitirsînin gelek kes serjê kirine.
Hevsera Feysel diyar kir ku komên çete piştî ku tiştên mala wan hemû talan kirine, mal jî şewitandine.
Hacî Mihemed Hesen jî diyar kir ku komên çete yên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra tu têkiliya wan bi Îslamê re tune ye, kuştin, dizî û talan dûrî exlaqê Îslamê ye.
Hesen, diyar kir ji ber ku ew dizanin dema ev kom êrîşî deverekê dikin, wê deverê talan dikin û sivîlan dikujin, lewre piştî komên çete êrîşî gund kirine ew jî koçber bûne.