Welatiyekî Kurd ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hate qetikirin
Welatiyekî Kurd ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hate qetikirin
Welatiyekî Kurd ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hate qetikirin
Li bajarê Hemedanê çekdarên rejîma Îranê bi guleyan welatiyekî Kurd qetil kirin, yek jî birîndar kirin.
Çavkaniyên herêmî dan diyar kirin ku li bajarê Hemedanê di 9’ê Kanûnê de Kurdê bi navê Behzad Yarî yê 24 salî û Mihsin Mihemed ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatine gulebaran kirin. Hat ragihandin ku di encamê de Behzad Yarî jiyana xwe ji dest daye û Mihemed jî birîndar dibe.
Li gorî agahiyên ji xizmên wan welatiyên rastî êrîşê hatin, Yarî û Mihemed dema ji Tehranê vedigeriyan bê sedem li gulereşandina çekdarên rejîmê hatine. Hat ragihandin ku cenazeyê herdu welatiyan hînê radestî malbatan nehatine kirin.