Wekîlên Kurd spasiya dewleta Ermenîstanê kirin
Wekîlê civaka Êzidî yê li Parlamenta Ermenîstanê kêfxweşiya xwe ya ji ber qebûlkirina pêşnûmeya li ser naskirina qirkirina Êzidiyan anî ziman û got, ku wê vê pêvajoyê bişopînin.
Wekîlê civaka Êzidî yê li Parlamenta Ermenîstanê kêfxweşiya xwe ya ji ber qebûlkirina pêşnûmeya li ser naskirina qirkirina Êzidiyan anî ziman û got, ku wê vê pêvajoyê bişopînin.
Parlamenta Ermenîstanê, pêşnûmeya li ser sûcên ku sala 2014'an ji aliyê DAÎŞ'ê û hin çeteyan ve li dijî gelê Êzidiyan hate kirin weke 'qirkirinê' nas dike, qebûl kir. Di dengdanê de 91 dengên 'erê' û dengekî bê alî hate dayin.
Têkildarî mijarê Parlamenterê Ermenîstanê Rostem Mahmûdyan ku bixwe jî Êzidiye û Parlamenterê Kurd Kinyas Hasanov ji Stêrk Tv û Çira Tv re axivin.
Parlamenterê Ermenîstanê Mahmûdyan wiha axivî; "Demeke kin e ku bûme wekîlekî Parlamenta Ermenîstanê. Projeya min a destpêkê vê komkujiya Şengalê ya 73’an ku bi ser gelê Êzidî de hatî bişopînim û bixim rojeva Parlamenta Ermenîstanê. Ev projeya me pêk hat û di destpêkê de spasiya Serokkomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan û parlamneterên Ermenî dikim ku alîkar bûn."
Rostem Mahmûdyan wiha qala pêvajoya pêşnûmeyê kir; "Beriya 2 mehan name li Parlamenta Ewropayê di parlamentê de me da xwendin û me daxwaz kir ku Ewropa li ser vê pirsê bê deng nemîne. Demeke dirêj me kiryarên çeteyên DAIŞ’ê ku çiqas kes revandine, çiqas komkujî pêk anîne lêkolîn kir. Di fermana 73’an a 3’ê Tebaxa 2014’an de ku li ser civaka Êzidî hate kirin, piraniya wan jin û zarok 6 hezar 417 kes ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin û kuştin. Ji vana 1146 jin, 335 zilam, 920 zarokên keç, 834 kur bi giştî 3244 kes ji aliyê rêxistina azadî xwaz ve hatin rizgarkirin. Lê mixabin hê jî 3 hezar û 173 Kurdên Êzidî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne."
Di dawiyê de Parlamenter Rostem Mahmûdyan ji bo qebûlkirina pêşnûmeyê kêfxweşiya xwe û got; "Ez weke parlamenterekî civaka Êzidî vê xalê li gelê me pîroz dikim û em ê pêvajoyê bişopînin."
Parlamenterê Kurd Kinyas Hasanov têkildarî mijarê axivî û ji bo qebûlkirina pêşnûmeyê kêfxweşiya xwe anî ziman. Hasanov got; "Di destpêkê de ji bo keda parlamenter Rostem Mahmûdyan, spas dikim û wî pîroz dikim. Ji ber ku gelek xeabtên baş pêk anî. Weke dostê Ermeniyan, dewleta Ermenîstanê ku ev kiryarên çeteyên DAIŞ'ê li welatê Iraqê bi ser civaka Êzidî de hatî weke qirkirin qebûl kirin. Di destpêkê de em spasî ji serokê dewleta Ermenîstanê û hemû parlamenterên Ermenistanê re dikin."