Wekîlên HDP'î li ber wezaretê ne: Bila parêzer biçin Îmraliyê!
Wekîlên HDP'ê ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, îro jî li ber Wezareta Edaletê li hev kom bûn.
Wekîlên HDP'ê ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, îro jî li ber Wezareta Edaletê li hev kom bûn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û tavilê hevdîtin pê re bê kirin, 21'ê Kanûnê li ber Wezareta Edaletê dest bi çalakiyê kirin.
Çalakî bi dorvegerî pêk tê. Di roja duyemîn de Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Serpîl Kemalbay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Nûran Îmîr, Abdûllah Koç, Şevîn Coşkûn û Erdal Aydemîr tevlî çalakiyê bûn.
Wekîlan dowîzên bi nivîsa "Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn", "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye", "Bes e ji şer û tecrîdê re" û "Bila parêzer biçin Îmraliyê" hildan.
Wekîlên HDP'ê 21'ê Kanûnê bi armanca bidawîkirina tecrîdê û pêkhatina hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li ber Wezareta Edaletê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.
Çalakiya li pêşiya Wezareta Edaletê wê bêdem û bi dorveger dewam bike.
Parlamenter wê her roj di saetên diyarkirî de li ber wezaretê bin.