Wekîlên HDP'î: Divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
Wekîlên HDP'î yên li dijî tecrîdê di Nobeda Edaletê de ne, gotin "Divê tavilê dengê Birêz Ocalan bê bihîstin. Heta ku ev nebe, em ê li her qadê çalakiyan bikin."
Wekîlên HDP'î yên li dijî tecrîdê di Nobeda Edaletê de ne, gotin "Divê tavilê dengê Birêz Ocalan bê bihîstin. Heta ku ev nebe, em ê li her qadê çalakiyan bikin."
Nobeda Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja 16'an de ye, ku ji bo pêkhatina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Parlamenter Kemal Pekoz, Siddik Taş, Erol Katircioglû, Remziye Tosûn, Nûran Îmîr, Garo Paylan, Huseyîn Kaçmaz û Erdal Aydemîr bi dowîzên "Bila li Îmraliyê hiqûq bi cih bê anîn" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê daxuyanî dan.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn li çalakiyê axivî û diyar kir ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Tosûn got, "Ev bû du sal ku ji birêz Ocalan agahî nayên girtin û malbat û parêzerên wî nekarin biçin serdanê. Nobeta me ya edaletê ya li dijî vê tecrîdê jî didome. Heta ku em encamekê bi dest bixin wê nobeta me bidome."
Tosûn bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê û wiha domand: "Hemû mafên gelan têne binpêkirin. Bandoreke neyînî ya tecrîdê li ser jin û ciwanan heye. AKP-MHP bi israra xwe ya tecrîdê siyaseteke qirêj dimeşîne. Hewl didin bi rêya tecrîdê siyasetê dîzayn bikin."
Bi dewamî Tosûn got, divê deriyên Îmraliyê werin vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê parêzer û malbat karibin hevdîtinê pêk bikin. Divê raya giştî têkildarî rewşa tenduristî û ewlehiya birêz Ocalan were agahdarkirin. Divê dengê birêz Ocalan were bihîstin. Di navbera salên 2013 û 2015'an de dengê birêz Ocalan hate bihîstin lewma jî darbestên zarokên gelên me nedihatin. Em baş pê dizanin ku dema agahî ji birêz Ocalan hatin girtin, wê pêvajoyeke birûmet destpê bike. Lê belê desthilatdara AKP’ê vê pêvajoya aloziyê didomîne. Lewma ji 7 salî heta 70 salî hemû kes tên tecrîdkirin."
Tosûn bi lêv kir ku bi çalakiyên xwe hewl didin daxwazên cemaweriyê bînin ziman û wiha bi dawî kir: “Divê Wezareta Edaleatê tavilê bikeve nava liv û tevgerê û rê li ber veke ku malbat û parêzer bikarin biçin Îmraliyê. Heta ku ev yek pêk tê jî wê çalakiyên me yên li her qad, kolan û meydanan bidomin. Ji ber ku êdî ev xaka ji xwînê û komkujiyan têr bû. Divê demek beriya demekî agahî ji birêz Ocalan werin girtin."
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî got, wê ji bo rakirina tecrîdê israra xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: "Nayê qebûlkirin ku birêz Ocalan ev 22-23 meh in bi tu kesekî re nikare hevdîtinan bike. Ev yek li dijî tevahiya mafên mirovan û nirxên gerdûnî ye. Divê tavilê dawî li vê sepanê bînin. Birêz Ocalan, mîna Mandelayê Efrîqeya Başûr yek ji wan kesan e ku dikare aştiyê bîne Tirkiyeyê. Birêz Ocalan mirovekî fikrê ye lewma ji bo axaftina li ser pirgirêkên gelên Tirkiyeyê hewcehiya me bi nêrînên wî heye. Yek ji sedema bingehîn a daxwaza me ya rakirina tecrîdê ew e ku dengê birêz Ocalan were bihîstin. Ne tenê gelên Tirkiyeyê lê divê hemû gelên li Rojhilata Navîn bibihîsin bê ka birêz Ocalan çi difikire."