Ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li qada navneteweyî piştgirî zêde dibe.
Herî dawî Parlamenterê Lîsteya Alternatîf (AL) Andreas Kirstein li rûniştineke Parlamenta Zurichê mafê axaftinê wergirt û qala tecrîdkirina Ocalan û berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê kir. Kirstein bang li Swîsreyê kir ku di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigere.
Kirstein ragihand, hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Tirkiye û Kurdistanê bi tundî û zexta dewletê pêk hat û bal kişand ser greva birçîbûnê ya li asta krîtîk û bêdengiya civaka navneteweyî.
Kirstein çalakiyên li girtîgehan li dijî tecrîdê hatin kirin ku di encamê de mirovan jiyana xwe ji dest dan bi bîr xist û got, "Van mirovan ne ji ber ku ji jiyanê aciz bûn ev çalakî kirin. Wan li dijî tecrîdê, li dijî bêdengî û xemsariya li pêşberî grevên birçîbûnê şermezar bikin, ji bo li ber helwesta dewleta Tirk rabin çalakiyeke bi vî rengî kirin."
'MAFÊ WAN E KU EM PIŞTGIRIYA WAN BIKIN'
Kirstein işaret bi grevên birçîbûnê yên Leyla Guven, zindaniyan û yên li gelek herêman kir û got, "Ji çar aliyên dinyayê bi hezaran kes tevlî grevên birçîbûnê bûne. Yekane daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê, bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Ev rêbaza çalakiyê dibe ku ji aliyê gelekan ji me ve nayê qebûlkirin, an jî neyê fêhmkirin. Lê belê berxwedana grevên birçîbûnê ji bo endamên Tevgera Kurd û Tevgera Çep a Tirkiyeyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê kevneşopiyeke dîrokî ye. Ev rêbaz, amûreke protestoya siyasî ya girtiyên siyasî ye li dijî dewletê. Ji ber vê yekê, mafê çalakgerên greva birçîbûnê ye ku em piştgiriya wan bikin."
'DIVÊ EM DAWÎ LI BÊDENGIYÊ BÎNIN'
Kirstein ji parlamentê re got, "Hêvîdar im tiştên ku min îro li vir anî ziman wê rê li ber hilweşandina dîwarê bêdengiyê veke û ji bo piştgiriyê bidin mirovên li ber xwe didin, bikevin nava liv û tevgerê." Bi dewamî Kirstein got, "Bi dawîanîna li bêdengiyê re, bi biryarên ku em li parlamentê werbigirin re em dikarin piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd rewa bikin. Ji xwe Zurichê bajarê Amedê weke şaredariya dost qebûl kiriye."
'EGER PÊWÎSTÎ PÊ HEBE EM DIKARIN NÛNERTIYÊN TIRK BIGIRIN'
Kirstein destnîşan kir, Parlamenta Bajêr a Zurichê, Konseya Federal a Swîsreyê divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku bikeve nava liv û tevgerê û got, "Divê Konseya Federal a Swîsreyê zextê li Tirkiyeyê bike ji bo hurmetê nîşanî serweriya hiqûqê bide û daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê qebûl bike. Eger Tirkiye bersivê nede bangên me, pêwîstî pê hebe Konseya Federal a Swîsreyê û em, divê gefê li hikumeta Tirk bixwin ku dikarin nûnertiyên dîplomatîk ên Tirk hemûyan ên li Swîsreyê bigirin. Her wiha Parlamenta Zurichê dikare heman zextê li Konsolosxaneya Tirk a li Zurichê bike."