Wekîlê AKP’ê niyet aşkera kir: Hemû dibistan dê bibin ‘Îmam Xetîp’!

Wekîlê AKP’ê niyet aşkera kir: Hemû dibistan dê bibin ‘Îmam Xetîp’!

Parlementerê AkP’ê yê Mûglayê niyeta pişt projeya perwerdeya 4+4+4 îtîraf kir: “Me şansê ku em hemû dibistana bikin dibistanên îmam xetîp bidest xistiye.”

Li gorî rojnameya Cumhuriyetê Parlementerê AKP’ê yê Mûglayê Alî Boga, di roja birinc ya ku li Komeleya Mezûnên Lîse yên Îmam Xetîba Mûglayê ev gotin bikaranîne.

Boga got; “Ger ji cihên hatine vekirin re em xwendekaran nebînin em dê nakarin guneha vê bidin. Em ji rojên xwendina Qurana pîroz qedexe re derbazbûn. Niha em weke îmam xetîp yan jî mutefîkên wê, heskiriyên wê livirin.”

Boga diyarkir ku, “Niha şensek ketiye destê me” û wiha berdewam kir: “Em dê niha di hemû dibistana de qeydûmeydên wan hêjmara wan zêde bikin. Lê belê me şansê ku em hemû dibistana bikin îmam xetîp ketiye destê me. Piştî 4+4+4’ê piştî dersên vebijêrk yên Qurana pîroz û jiyana Pêxemberê me ev şansê me heye. Ji bo em dibistanên îmam xetîp bi vê komanê bidin jiyan kirin, berdewam kirin, qismê navê avakirin, li gel vekirina kampusên nû li ser milê me hemûyan barek din heye.

Teqez pêwîste di aliyê tercîhan de projeyên me hebin. Pêwîste em serwer, mamoste û xwendekaran di mijara tercîhan de agahdar bikin. Wê demê kesên xwedî li welatê xwe xwedî derdikevin, ji bo sê qurîşan welatê xwe nefiroşe, rêz nîşanî dîrok û çanda xwe bide, diplomat û rêveberên rêzê nîşanî baweriyê xwe bidin dê bên ser welat.”

Sîsteme perwerdeyê ya ku neçariya 8 salan rakirin û derxistin 12 salan û ew jî weke 3 qedemeyan, her wiha temenê kar kirinê jî daxistin 10 saliyê. Rêxistinên mafê mirovan, organîzasyonên jinan û partiyên muxalîf bertek nîşanî vê sîstemê kiribûn û da bûn diyarkirin ku, ew dê pêşiya zewaca di temenê biçûk de vebike. Di sîstema nû ya perwerdeyê de jî bi çi awayî daxwazên Kurdan nayên pêşwazî kirin.