Wekîla dîlgirtî ya HDP'î Guzel sewqî Kandirayê kirin

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku bi êşkenceyê dîl hate girtin, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmara 1'ê ya Marmarayê sewqî Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê hate kirin.

Semra Guzel, piştî ku li Civata Giştî ya Meclîsê mafê wê yê destnedanê hate betalkirin 2'ê Îlonê li Stenbolê ji aliyê polîsan ve bi êşkenceyê hatibû girtin.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ji Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Kandirayê ya Kocaeliyê hate kirin.

Guzel a HDP'î li Girtîgeha Marmarayê bi qasî mehekê bi tena serê xwe li koxûşekê hatibû hiştin.