'Wê ti carî nikaribin jêrzemînên li Cizîrê binixumînin'

Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir, di serî de Ewropa êdî cîhan sûcên şer ên li Kurdistanê hatine kirin dibîne û got, "Em vekirî dibêjin; Tirkiye wê ti carî nikaribe jêrzemînên li Cizîrê binixumîne."

Ozsoy, encamên girîng ên dîplomasiya HDP'ê ya di dema dawî de li Ewropayê dimeşîne û helwesta hêzên navneteweyî ya li hemberî Tirkiyeyê, ji ANF'ê re nirxand.

'EWROPAYÊ JI BER BERJEWENDIYÊN XWE ŞERÊ LI KURDISTANÊ WEXTEKÊ JI NEDÎTÎ VE HAT'

Ozsoy da xuyakirin, ku ji ber peymana li ser penaberan a bi Tirkiyeyê re kirî, Yekîtiya Ewropa demeke dirêj li pêşberî qewimînên li Kurdistanê bêdeng ma û got, "Di rewşa heyî de, em di helwesta Ewropayê de guhertinekê dibînin. Di serî de bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re me di dema dawî de gelek hevdîtin kirin. Yekîtiya Ewropayê heta vê dema dawiyê, pirsgirêka penaberan a li Tirkiyeyê û şerê li Kurdistanê di zikhev de dinirxand. Ji ber ku pirsgirêka penaberiyê li wan giran dihat, şerê li Kurdistanê ji nedîtî ve dihat. Welatên ku berjewendiyên xwe di krîza penaberiyê de hene, tevî ku rastiya şerê li Kurdistanê baş dibînin jî, xwestin bêdeng bimînin."

'YEKÎTIYA EWROPA, ŞERÊ LI KURDISTANÊ Û PIRSGIRÊKA PENABERAN WÊ ÊDÎ JI HEV CUDA BINIRXÎNE'

Ozsoy ragihand, di rewşa heyî de Yekîtiya Ewropayê helwesta xwe ya di vî warî de guherandiye û anî ziman, di hevdîtinên dema dawiyê de ji wan re hatiye ragihandin, ku ew ê nikaribin vê helwesta Tirkiyeyê qebûl bikin. Ozsoy destnîşan kir, siyaseta Tirkiye dimeşîne gelekî dûrî pîvanên Yekîtiya Ewropayê ye û da zanîn, tevî ku Yekîtiya Ewropayê dizanîbû bêdengiya li pêşberî şerê li Kurdistanê hem ji aliyê exlaqî hem jî ji aliyê siyasî ve şaşîtiyeke mezin e, wextekê bêdeng ma.

Ozsoy got, "Ev meheke Yekîtiya Ewropa, êdî krîza penaberan a li Tirkiyeyê û şerê li Kurdistanê yê ji ber pirsgirêka Kurd rû dide, ji hev cuda dinirxîne. Dema ku ji ber berjewendiyên xwe ev her du mijar bi hev re dinirxand, şerê li Kurdistanê ji nedîtî ve dihat. Ev yek bû sedem ku Yekîtiya Ewropa bi xwe ji pîvanên xwe dûr bikeve. Ji ber ku vê yekê dibînin, êdî wê van her du mijaran ji hev cuda binirxînin."

'HAYA EWROPA JÊ HEYE KU ERDOGAN JI BO RÊVEBERIYA YEK ŞEXSÎ WELAT BER BI ŞER VE DEHF DAYE'

Parlamenterê HDP'ê Ozsoy got, "Hem Parlamenta Ewropa, hem Meclîsa Parlamenteran a Ewropa, hem jî parlamentên neteweyî yên li Ewropayê haya xwe jê hene ku Erdogan ji bo zexmkirina rêveberiya yek şexsî, şerê li Tirkiyeyê kûr dike û vê rewşê ji nêz ve dişopînin." Ozsoy destnîşan kir, baş tê zanîn, şerê li erdnîgariya Kurdan tê kûrkirin, wê bandoreke kûrtir li Yekîtiya Ewropayê bike.

Hişyar Ozsoy da xuyakirin, Yekîtiya Ewropa di wê baweriyê de ye ku eger Tirkiye hem li erdnîgariya xwe, hem jî li Rojavayê Kurdistanê polîtîkayeke aştiyane li pêşberî Kurdan bimeşîne, ev yek wê aramiyeke mezin bîne Rojhilata Navîn anî ziman, Ewropa wê dengê xwe yê li hemberî Tirkiyeyê bilindtir bike.

Ozsoy diyar kir, rakirina destnedanê gava dawî ya fûrandina sebra Yekîtiya Ewropayê ye û got, "Rapora Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê, tevî ku di kêliya dawî de hat nermkirin jî raporeke gelekî tund bû. Êdî her kes qebûl dike, ku ti aliyekî rejîma Erdogan bê pejirandin nîne. Yekîtiya Ewropa êdî baştir dizane, eger li Tirkiyeyê rêyên demokratîk were girtin, wê li Tirkiyeyê şîdet zêde bibe. Em ê bibînin bê ev helwest di dema pêş de veguhere xebateke çawa ya şênber."

'CÎHAN SÛCÊ ŞER Ê LI KURDISTANÊ HATINE KIRIN DIBÎNE'

Ozsoy ragihand, di hemû hevdîtinên li qada dîplomatîk de, bûyerên li herêmê bi taybetî yên li Cizîrê weke sûcekî şer tê nirxandin û destnîşan kir, ku gelek hêz û derdor bi awayekî vekirî dibêjin li Cizîrê sûcê şer hatiye kirin û divê ev sûc biçe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.

Parlamenter Ozsoy bibîr xist, daxuyaniyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li ser Cizîr û Nisêbînê gelekî girîng in û diyar kir, weke HDP ew ê bûyerên li Cizîrê qewimîne bi daneyên şênber di demeke nêz de mîna raporekê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikin. Ozsoy got, "Tirkiye ji bo veşartina sûcên xwe yên şer, hê bersivê nade daxwaza Neteweyên Yekbûyî. Eger tiştekî ku Tirkiye jê bitirse nebûya, wê bersiveke erênî bida daxwaza Neteweyên Yekbûyî."

'WÊ TI CARÎ NIKARIBIN JÊRZEMÎNÊN LI CIZÎRÊ BINIXUMÎNIN'

Ozsoy got, "Em bi rengekî vekirî dibêjin; Tirkiye wê ti carî nikaribe jêrzemînên li Cizîrê binixumîne. Ev jêrzemîn wê serê Tirkiyeyê gelekî bêşîne. Tirkiye çiqasî sûcên şer ên li Kurdistanêq ebûl neke jî, haya temamiya cîhanê ji van sûcên şer heye." Ozsoy bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir, ku derhal bikevin nava tevgerê.