‘Wê têkoşîna me ya ji bo Şengala serbixwe û azad bidome’
Desteya Rêveber a Şengalê got “Ji bo Şengala serbixwe û azad, wê têkoşîna me bidome” û bang li NY kir ku bila Şengalê nas bike.
Desteya Rêveber a Şengalê got “Ji bo Şengala serbixwe û azad, wê têkoşîna me bidome” û bang li NY kir ku bila Şengalê nas bike.
Desteya Rêveber a Şengalê îro ku 8’emîn salvegera avakirina Meclisa Xweser a Şengalê ye, bi amadebûna nûnerên hemû sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser civînek lidar xist. Civîna Desteya Rêber bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo tevahiya şehîdan dest pê kir.
Piştre rewşa siyasî, pilansaziyên kar û rewşa herêmê bi berfirehî hatin nirxandin. Her wiha piştî civînê Desteya Rêveber bi boneya 8’emîn salvegera avakirina Meclisa Xweser daxuyaniyek da û diyar kir ku ewê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo Şengala xweser û azad bernedin.
Di daxuyaniya Desteya Rêveber a Şengalê de ev tişt hate diyarkirin
“Di 14’ê Çileya 2015’an de bi pêşengiya Mam Zekî, Saît Hesen, Şehîd Berxwedan û kedkarên vê civakê ji 27 kesan Meclisa Avaker a Şengalê hate avakirin. Di serî de di şexsê hevalên me yê ku pêşengî ji avakirina Meclisa avaker a Şengalê re kirine û şehîd ketine, em tevahiya şehîdan bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan de ditewînin. Em 8 saliya avakirina meclisê, di serî de li malbatên şehîdan, gelê xwe û tevahiya dostên xwe, her wiha hemû aliyên ku destek dayine me, pîrozî dikin.
Di nava van salan de em rastî gelek êrişên giran hatin û kesên pêşengî ji vê pergalê re kirine hatine hedefgirtin. ŞehîdKirina Mam Zekî, Saît Hesen û Merwan Bedel hedefgirtina Rêveberiya Xweser a Şengalê bû, lê gelê me bi hizkirinek mezin li keda van şehîdan xwedî derdikeve û li ser xeta wan têkoşîna xwe didomîne.
Bi kedeka mezin ev rêxistina me her çû berfireh bû û li tevahiya Şengalê sazî, rêxistin û hêzên parastinê hatin avakirin. Di nava 8 salan de li ser banga Rêveberiya Xweser a Şengalê heta niha zêdeter ji 200 hezar kes vegeriyane Şengalê û di nava aramiyê de dijîn. Her ku diçe gelê me ji bin desthiladariya PDK’ê derdikevin û berê xwe didin axa bav û kalên xwe.
Lê li ser rêveberiya xweser a Şengalê û civaka Êzidî siyasetek qirêj tê meşandin, naxwazin ev sîstem biçe. Ji bo xweseriya Şengal pêk neyê di serî de PDK û dewleta Tirk di nava hewildanan de ne, dixwazin di bin navê qanûnê de gelê me careke din radestî PDK’ê bê kirin, li ser vî esasî peymanan îmze dikin û planên qirêj didin meşandin. Gelê me ku biryara Şengala xweser û azad dane, li hemberî hemû planan di nava têkoşînê de ne, lê îxaneta PDK’ê jî dewam dike. Tevî ku gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî peymana 9’ê Cotmehê derketin, lê dîsa PDK û dewleta Tirk di nava hewildana de ne ku ev peyman pêk were.
Em ji raya gişît re didin diyarkirin ku me sozek daye, ji bo rê li ber fermanan bê girtin û careke din jin, zarok û kalên me neyên qetilkirin, li bazara neyên firotin û koçber nebin gelê me soza Şengala xweser û azad daye. Em li ser vê sozê ne. Ji bo îradeya gelê me bê qebûlkirin, di civaka navdewletî de, em bang li tevahiya saziyên mafê mirovan û taybet Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila bi erka xwe rabin, eger hûn naxwazin civaka Êzidî rastî ferman û qirkirin were, xweseriya Şengalê nas bikin.”