Waliyê Tirk, vexwarina çaya qaçax,weke 'alîkariya PKK' bi nav kir

Waliyê Tirk, vexwarina çaya qaçax,weke 'alîkariya PKK' bi nav kir

Îro aktîveteyeke din jî ya kurdan wekî ‘’sûc’’ hate dîtin û wekî piştgiriya li PKKê hate pênasekirin. Waliyê Osmaniyeyê Celalettîn Cerrah di pîrozbahiyên 30ê Tebaxê de, vexwarina çaya qaçax, cigareya qaçax û bikaranîna benzîna qaçax wekî ku sûc be nirxand û got ku bi vî awayî alîkarî didin PKKê.

Di dema pîrozbahiya 30ê Tebaxê de firoşkarekî gerok hate ba Celalettîn Cerrah û çaya qaçax dayê. Berteka Cellattîn Cerrah a li hemberî vê rewşê pir tund bû. Cerrah wiha bi ser firoşkarê gerok hil bû: ‘’Hûn dixwazin alîkariyê bi PKKê bikin, hûn dixwazin ku polêsên tirk, leşkerên tirk bikujin. Heke hûn bixwazin ku hemwalatiyên tirk bikujin çay û çixareya qeçax vexwin, benzîna qaçax bi kar bînin, ma ez hê çiyê din ji we re bibêjim. Ez bi kû de diçim çaya qaçax heye. Ma ev dibe?’’

Tê zanîn ku piraniya kurdên bakur çaya qaçax vedixwin û qet nikarin çaya tirkî vexwin. Her wiha ji ber rewşa aborî ya nebaş jî piraniya kurdan çixareya qaçax vedixwin û benzîna qaçax bi kar tînin.