Walîtiya Colemêrgê hemû çalakî 15 rojan qedexe kir

Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekî ragihand ku li bajêr her curê çalakî heta15 rojan hatine qedexekirin

Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de diyar kir kir wê tenê destûrê bidin çalakiyên ku walitî û qeymeqamtiyê guncav dibîne.

Di daxuyaniya Walîtiyê de hate diyar kirin ku di nava sînorên Colemêrgê de ji 14’ê Çileyê heta 28’ê Çileyê li kolan, tax, park û li hemû qadên vekirî, ji bo 15 rojan her curê çalakiyên gel ên weke mitîng civîn, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê, meş, çalakiyên protestoyî her wiha grevê birçîbûnê, vedana konan, daxuyanî, merasîmên bîranînê û şano hatine qedexekirin.