Vêcarê zimanê Kurdî bo ‘Zimanê dervey darazê’

Vêcarê zimanê Kurdî bo ‘Zimanê dervey darazê’

Daxwaza parastina Kurdî ya 15 jinên KESK'î yên di operasyona 13'ê sibatê de hatin binçavkirin û jê 9 jin hatin girtin di rûniştina yekemîn de hate redkirin.

Yekemîn rûniştina 15 jinên KESK'î yên jê 9 girtî li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Enqere berdewam kir. Piştî tesbîta nasnameyan Sekretera Jinê ya SES'ê Bedriye Yorgun û Sekretera Jinê ya Tum Bel-Sen'ê Guler Elveren daxwaza parastina Kurdî kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parastina kurdî red kir û vê carê weke "Ziman dervey darazê" kete girtekê. Parêzeran bertek nîşanî biryara dadgehê da. Rûniştin bi parastina kesên din berdewam dike.