Vê carê li Zanîngeha Marmarayê xwendekarên Kurd bûn hedef

Vê carê li Zanîngeha Marmarayê xwendekarên Kurd bûn hedef

Li Zanîngeha Marmarayê duh komek ya nîjatperestan bi satoran êrîşî xwendekarên çepgir kiribû û 4 kes birîndar kiribûn, vê carê xwendekarên Kurd xistin hedefa xwe. Di êrîşa bi kevir û daran de herî kêm xwendekarekî Kurd birîndar bû.

Komekî nîjatperest ku ketin kampusa Nîşantaşi ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê û piştre bi kevir û daran êrîşî xwendekarên Kurd kirin. Di vê navbera pevçûnê de polîsên hêzên çevîk amadebûn û ketin navberê. Li gorî agahiyên ku ji xwendekaran hatine girtin, hinek polîsan xwendekarên Kurd ji koma nîjatperest re hedef nîşan kir. Di êrîşa herî kêm yek kes birîndar bûyî de, hat hînbûn ku dibe binçavî çêbibin. Kampusa ku hêjan rageşî heye, ketin û derketinên kampusê ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Li Zanîngeha Marmarayê duh jî komek ya nîjatperestan êrîşî xwendekarên çepgir kiribû. Di êrîşa koma nîjatperest ya li Kampusa Goztepe Fakulteya Perwerdeya Teknîkê rû dayî de 1 jê giran 4 xwendekar birîndar bibûn.

Weke din duh di heman demjimêran de di êrîşa li Fakulteya Zanînên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê de xwendekarek birîndar bibû.