Vahyettîn Sari yê ku 25 sal in girtî ye, sirgunî Sîncanê hate kirin

Vahyettîn Sari yê ku 25 sal in girtî ye, ji girtîgeha Patnosê sirgunî girtîgeha Sîncanê hate kirin. Ev hefteyek e ava germ jî nedane Sari yê ku di hucreya yekkesî de ye.

Vahyettîn Sari di sala 1997’an de li Wanê hate girtin û cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn. Sari 25 sal in girtî ye, herî dawîn ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê, sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê hate kirin. Sariyê di 31’ê kanûnê de bêyî ku malbata wî were agahdarkirin bi lez û bez hate sewqkirin, ji roja birine Sîncanê ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin. 

Malbatê, da zanîn ku roja Duşemê bi agahdarkirina hevalên wî yên girtîgehê hîn bûne ku hatiye sewqkirin lê tu agahî bidestnexistine bê ka ew birine ku derê. Malbatê diyar kir ku piştî 5 rojan Sari di 5’ê Çileyê de telefonî wan kiriye û bi vî awayî hîn bûne ku sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê bûye. Sari, ragihandiye ku ji roja ji Panosê sewq bûyî ve bi tu awayî ava germ nedane wî û ew xistine hucreya yekkesî.