Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel, anî ziman ku îro şert û mercên karker û kedkaran ji şert û mercên roja têkoşîna 15-16'ê hezîranê dijwartire û wiha got: "Divê mafê karker û kedkaran yê rêxistinbûnê mafê peymana tomarî bên qebûlkirin û parastin."
Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê biboneya 42'emîn salvegera raperina karkeran ya 15-16'ê hezîranê li salona parlamentoyê civîna çapemeniyê pêk anî. Tuzel, anî ziman ku niha hikûmet ji karker û kedkaran dixwaze ku dest ji mafê xwe yê sendîkayî û rêxistinbûnê berdin û doza tu tiştî nakin. Tuzel, da zanîn ku hikûmet dixwaze bi zagonan rê li pêşiya grevê bigire û hemû mafê karkeran ji destê wan bigire.
Tuzel, da zanîn ku 42'emîn salvegera têkoşîna 15-16'ê Hezîranê dijîn û wiha got: "Di 15-16'ê hezîrana 1970'an de bi hezaran endam û rêveberên Turk Îş û DÝSK'ê bi têkoşîn û biryara xwe hin maf bi dest xistin. Lê îro ew mafên ku hatin bidestxistin ji destê karkeran tên girtin." Tuzel, destnîşan kir ku mafê karkeran ji destê wan hatiye girtin û xwest ji bo karker dîsa mafê xwe yê birêxistinbûnê bi dest bixin yekîtî û têkoşina xwe ava bikin û xurt bikin.