Endamê Perwerdeya Zanîngeha Central European a Awûstûryayê Dr. Yektan Turkyilmaz ku siyaseta Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, têkildarî pêvajoya hilbijartina ku tê payîn wê 14’ê Gulanê pêk were, pirsên ANF’ê bersivand.
Em bi pêvajoyeke hilbijartinê ya çawa re rû bi rû ne, li pêşiya Tirkiyeyê çi heye?
Tirkiye û hilbijartin… Tirkiye bi rastî jî welatekî balkêş e. Bi yek gotinê ravekirin zehmet e. Li aliyekî ve xwedî dîrokeke bi xwîn e. Hîna jî dewam dike. Li aliyê din jî welat, dîrok û erdîngariyeke ku gelek îxtîmal lê hene. Tevî mîrateya Osmaniyan, li gorî hinek hesaban 160-170 li gorî hinek hesaban jî 150 sal in hilbijartin tên kirin. Jixwe ev hilbijartin gelek caran bi awayekî adil pêk nehatiye. Bi taybet ji bo Kurdan hilbijartin qet ne adil bûn. Siyasetmedarên Kurd ji salên 1990’î û vir ve di bin terora dewletê de man, di bin şert û mercên neadil de tevlî hilbijartinê bûn.
Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 2018’an ve rewşeke balkêş rû da. Ez hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an weke hilbijartina dawî ya li Tirkiyeyê dibînim.
Hûn çima wisa dibînin?
Ji ber ku beriya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an tiştekî pir balkêş qewimî. Dibe ku hilbijartin pir adil pêk nedihatin, lê ger hûn di sindoqên hilbijartinê de bi ser biketina, herî kêm mafê nûnertiyê dihat dayîn. Hûn tev li Meclîsê dibûn. Kes vê lêpirsîn nedikir. Beriya hilbijartinên 31’ê Adarê geşedanek rû da. Ev jî ev e; hem Suleyman Soylu û Devlet Bahçelî û hem jî pêkhateyên din ên bloka rejîmê, li ser namzeyên HDP’ê gotin, ‘Ka bila di sindoqan de bi ser bikevin, em ê piştre hev bibînin. Em ê li rewşê binêrin.’ Ango vê dibêjin, Hûn li ser sindoqan bi ser bikevin jî, ev mafê nûnertiyê nade we. Ji ber vê yekê bi hilbijartina 31’ê Adara 2019’an ve ev yek derket pêş. Em niha dibînin ku ev helwest ne tenê ji bo Kurdan, siyasetmedarên Kurd û Kurdistanê ye. Siyaseta qeyûm û desteserkirina mafê nûnertiyê ne tenê ji bo Kurdan in. Ji ber ku ev tişt tên serê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê an jî şaredariyên din ên CHP’ê.
Ji bo maseya 6 kesî (Tifaqa Millet) rewş çawa ye?
Ez nafikirim ku di maseya 6’an de ev motîvasyon, heta eşkerekirina namzet lezekê bi dest bixe. Li aliyekî ve her çiqas namzetiya Kiliçdaroglû roj bi roj xurtir bibe jî tê dîtin ku li hemberî wî, IYÎ Partî jî heye. Li Tirkiyeyê rewşeke asayî nîne. Li gorî standartên Tirkiyeyê em ber bi hilbijartineke asayî ve naçin. Ji ber vê yekê weke hinceta ne rabûna li ser vê yekê wiha tê gotin, ‘Jixwe em li ser sindoqan bi ser dikevin. Em nikarin bala xwe bidin li ser vê.’ Lê ez diyar dikim ku tenê serkeftina di sindoqan de ne bes e, divê ji vê zêdetir hewl bê dayîn. Di vê çarçoveyê de eşkere ye ku kêmasiya motîvasyonê heye.
Têkildarî HDP’ê jî ev helwest bi vî rengî ye?
Helwesteke pir sosret e. Li gel ku lezgînek bi vî rengî heye jî, îro li Tirkiyeyê rastî jî rewşek wiha heye. Gotinek xweş ya Demîrtaş heye dibêje, ‘Em ê di nêz de bicivin, yan li hundir yan jî li derve.’ Ev gotin rewşê rave dike. Li gel vê jî helwesta Maseya 6 kesî ya li hemberî HDP’ê, nîşan dide ku çima vê motîvasyonê negirtiye.
Doza girtina HDP’ê dewam dike. Bandora vê rewşê li ser Tifaqa Ked û Azadiyê çawa bibe?
Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê niha di ferqa siyaseta ku niha ji aliyê rejîmê ve li ser HDP’ê tê meşandin de ne. Girtina HDP’ê te wateya ku hevsengiyên Tirkiyeyê, hevsengiyên hilbijartinan careke din were nîqaşkirin. HDP hem di hilbijartinên Serokomariyê de û hem jî di hilbijartinên Meclîsê de mifte ye. Têkildarî HDP wê biryarek çawa bê girtin û HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê bertekek çawa bidin vê yekê, wê rewşa rêya hilbijartinan diyar bike.
Di vê pêvajoya hilbijartinê de bandora faktorên derve tên nîqaşkirin. Mînak dibe ku Rûsya destwerdanê li ser hilbijartinên Tirkiyeyê bike?
Di van 6-7 salên dawî de yek ji geşedanên li Tirkiyeyê ev e ku siyaseta navxweyî û siyaseta derve ketiye nav hev. Her rewşên li Tirkiyeyê, di heman demê de dibe dîplomatîk. Beravajî vê jî rast e; geşedanên li cîhanê li Tirkiyeyê bandortir dibin. Ji ber ku di nav hev de ne, ne pêkan e ku ji hev werin qutkirin. Di navbera Pûtîn û Erdogan hema bêje têkîliyeke wekî qederê heye. Pir eşkere xuya ye ku Pûtîn ji xwe destwerdanê li ser hilbijartinên Tirkiyeyê dike. Deynên enerjiyê taloq dike. Di rastiyê de ji vê yekê sûd werdigire. Ji ber ku hewl dide pirsgirêjên aborî û bazirganiyê bi rêya Tirkiyeyê çareser bike. Pereya ku wê Erdogan li ser lingan bihêle, dişîne Tirkiyeyê.