Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî xwe ji çalakiyek nû re amade dike. Înîsiyatîf dê di vê çalakiyê de li 70 bajarên 8 welatan dest bi tûra bi otubusan bike. Tûra ji Ocalan re Azadî di 8’ê Îlonê de dest pê dike.
Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî, ya ku di -20 pileya sermaya zivistanê de ji Cenevre heta Strabourgê rêya nêzî 450 meşi8yan û li Strasbourgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dor 52 rojan berdewam kirin, vê carê jî çalakiyek nû li dar dixe. Înîsiyatîfê der barê çalakiya tûra bi otubûsan a b navê “Ji Ocalan re Azadî” daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemleya şoreşgerî ya bi dirûşima “Rêbertiya Azadû Nasnameya Azad, Xweseriay Demokratîk” ji aliyê gelê Kurd ve hatiye pêşxistin gihiştiye astek girîng. Hate diyarkirin ku gelê Kurd roj bi roj, gav bi gav welat û civaka xwe ji mêtîngeriyê rizgar dike û hat gotin, “Divê pêvajoyê de peywira dikeve pêşiya me bidawîkirina şert û mercên girtinê yên Rberêtiyê ne û Azadiya Rêbertiya me ye.”
"HEDEF GIHIŞTINA RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ YE"
Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin ku her çendî xebatên niha li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat û bi taybet li Ewropa jî gihiştibin astekê, lê dîsa jî kêm mane û wiha hat gotin; “Ji bo pêkanîna azadiya Rêbertiyê, divê rêxistinbûn were xurtkirin û çalakiyên berdewam û encamgir bêne lidarxistin. Li ser vî bingehî em weke Înîsiyatîfê, ji bo bidestxistina azadiya Rêbertiyê, di çarçoveya hemleya bi dirûşima “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” me ji nû ve biryar da û planek nû danî.” Înîsiyatîfê da zanîn ku armanca wan a sereke ew e ku ew di vê pêvajoyê de bi taybet raya giştî ya Ewropayê û hemû civaka navnteweyî agahdar bikin û “Kampanyaya Azadiya Rêbertiya xwe” bigihînin raya giştî ya navneteweyî.
JI BO SAZÎ Û WELATPARÊZÊN KURD BANGA TEVLÎBÛNÊ
Çalakiya Ji Ocalan re Azadî dê rojên pêş de dest pê bike. Dê ev çalakî li 70 bajarên 8 welatên Ewropayê (Almanya, Swêd, Denmark, Franse, Swîsre, Awusturya, Belçîka û Hollanda) bê lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê di çalakiyê de raya giştî bi zimanên cûda der barê rewşa Ocalan de bêne agahdarkirin.
Înîsiyatîfê got; “Ji bo çalakî bigihe armanca xwe, di serî de beşdarên çalakiya meşa dirêj, greva birçîbûnê û nobetê, em bang li hemû malbatên şehîdan û dayîkên aşitiyê yên li Ewropayê, partiyên Kurd ên siyasî, rêxistin, meclîsên gel, saziyên demokratîk û neteweyî, konfederasyon, federasyon û komele, rêxistinên jin û ciwanan, yekitiyîn baweriyan, saziyên çand û huner, saziyên çapemenî-ragihandinê, rewşembîr û hunermend, dost û demokrat, hemû Kurdistaniyên dikin ku beşdarî çalakiyê bibin.”
'BILA CPT Û SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ SOZÊN XWE PÊK BÎNIN'
Înîstiyafî di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku her çendî di dema greva wan a birçîbûnê ya li Strabourgê de saziyên navneteweyî ji wan re soz dan, lê belê heta niha tu sozên xwe bi cih neanîne. Înîsiyatîfê nerazîbûn nîşanî helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence (CPT), Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, saziyên din ên navneteweyî û hukûmetên Ewropayê da û ji wana xwest ku di çarçoveya sozên ku dane de tevbigerin û sozên xwe cih bînin.