Tuncel daxwaznameya xwe ya îtîrazê pêşkêş kir

Tuncel daxwaznameya xwe ya îtîrazê pêşkêş kir

Parlamentera Stenbolê ya BDP’ê Sebahat Tuncel îtîrazê biryara qedexeya derveyê welat û 8 sal û 9 meh cezayê lê hatiye birîn, kir.

Tuncel daxwaznameya xwe ya îtîrazê ya ji bo qedexeya derveyê welat û 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê ku bi îdiaya ‘endama PKK’ê ye’ ji aliyê 10’emîn Cezaya giran a Stebolê hate birîn, pêşkêş kir.

Parêzerê Tuncel, Ercan Kanar daxwaznameya ku pêşkêşî 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê kir û bi armanca bişîne Dadgeha Bilind, diyar kir ku Tuncel di sala 2007’an de ketiye meclisê û di sala 2011’an de dîsa parlmeneter hatiye hilbijartin û niha peywira xwe didomîne.

Di daxwaznameyê de hate destnîşankirin ku Tuncel di her du demên peywira xwe parlamentoriyê de ji ber peywirên xwe ji sedî zêdetir seyahatên derveyê welat pêk aniye. Kanar wiha got: “Ev biryar li dijî rêgezên etîk yên zanistan siyasetê û rêgezên hiqûqa makeqanûnê ye. Ev biryareke dijî-demokratîk e. Bila demildest ev biryar qedexekirina derveyê welat bê rakirin. “ Kanar xwest her du ceza jî bên rakirin û daxwaz kir ku lêpirsîna Dadgeha Bilind bila bi danişînê pêk were.