Tûncel beriya kongreyê axivî: Dem dema mezinkirina HDK'ê ye

Tûncel da xuyakirin, ku li dijî sîstema bi serdestiya mêr û faşîzmê, yekane hêza berxwedanê ya yekgirtî ya gelan HDK ye û got, "HDK nêrîna herî baş a îro ye. Dem dema mezinkirina HDK'ê ye."

Sebahat Tûncel ku xwe amade dike erka hevberdevkiyê di kongreya dawiya vê hefteyê de radest bike, bal kişand ser girîngiya HDK'ê ya di têkoşîna li dijî sîstema bi serdestiya mêr û got, "HDK nêrîna herî baş a îro ye. Dem dema mezinkirina HDK'ê ye."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) wê di 23'ê Çileyê de li Enqereyê kongreya xwe ya 6. lidar bixe. Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel beriya kongreyê ji ANF'ê re axivî.

Tûncel bibîr xist, ku afirînerê nêrîna HDK'ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e got, "Ji bo siberojeke hevpar a gelên Tirkiyeyê, demeke dirêj ket nava hewldanan. Encama hilbijartinên sala 2011'an ku me weke Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê bi dest xist, di warê nêrîna partiya sîwanî de zemîneke girîng afirand. Birêz Ocalan pêşniyara pêşvebirina vî karî xist rojevê. Di dema Tevgera Civaka Demokratîk de jî xebateke bi heman rengî hatibû meşandin, lê bel ê veguherîbû xebateke ji partiyên Kurdan. Xebatên ji bo partiya sîwanî, bi demê re veguherî Tevgera Yekîtiyê ji bo Demokrasiyê, lê encama dihat xwestin bi dest neket. Serketina hilbijartinên 2011'an a Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê, hewldanên nû xist rojevê. Nîqaş li ser mezinkirina vê hevgirtinê hat kirin. Bi îmzeya Gultan Kişanak, Ertûgrûl Kurkçu, Sirri Sureyya Onder, Levent Tuzel û îmzeya min re, bangeke nû ji bo partiya sîwanê hat kirin.

Lê belê bi serneketina hewldanên partiya sîwanî, bi encamên neyînî yên tecrûbeya ODP'ê di hilbijartinan de derket pêşiya me. Bi erênî nêzî nêrîna partiya organîk nebû. Li ser vê yekê me pirsa 'Gelo em dikarin rêxistinbûyînek dişibe ya Kongreya Civaka Demokratîk li rojavayê welêt ava bikin?' xist rojevê. Me li ser nêrîna kongreyê nîqaş meşand û di dema nîqaşên partiya sîwan de me hewl dan bersivê ji pirsan re bibînin. Vê nêrînê bi taybetî di civînên gel de rê li ber kelecaneke cidî vekir. Wan rojan heyetên me bi Birêz Ocalan re hevdîtin dikir. Ev proje nêrîna wî bû û me nîqaşên li derve pêşkêşî wî kir. Birêz Ocalan jî bi nêrîn, pêşniyar û tevkariya xwe re bû pêkhateya damezrîner a HDK'ê. Nîqaş li ser nav hat kirin. Me hemûyan navê Kongreya Demokratîk a Gelan eciband. Komîsyon hatin avakirin. 4 pîvanên bingehîn ên ji nû ve qezenckirina demokrasiyê, azadiya kedê, ekolojî û azadîparêziya jinê hatin diyarkirin. Her wiha me biryar dan ku dînamîzma ciwanan tevlî HDK'ê bikin."

NÊRÎNA HERÎ BAŞ A LI DESTÊ ME YE; HDK

Tûncel da zanîn ku wan li cem kesên têkoşîna çînî meşandin cih girtin, lê wan bi têrkerî ji aliyê rêxistinî ve tevlî HDK'ê nekir û got, "Piştî ku pêvajo ket serdemeke tund, bixwazî nexwaze têkoşîna maf û azadiyan a gelê Kurdistanê û sûcê şer ê li Kurdistanê, bû yek wezîfeyên sereke yên HDP'ê. Şer bêguman topyekûn e; Di demeke ku bi tank û topan li hemberî gelê Kurd êrîş tên kirin de li vê derê jî karker, kedkar û xizan, bi êrîşên re rû bi rû man. Bêyî ku bînin hemberî hev, me di konferansa xwe de biryar dan ku têkoşîna karker, kedkar, maf û azadiyan di bin sîwana HDK'ê de ji nû ve birêxistin bikin. Ev yek weke biryardariyekê di encamnameya konferansê de derket holê. Me karên girîng bi ser xistin. Girîng e HDP di platformeke ewçend berfireh de li gel hev bigire. Di nava êrîşên ewçend giran de ragirtina li gel hev, gelekî girîng e. Lê belê hînê tevnên HDK'ê yên bi gel re nehatine danîn. Ev wezîfeya me hemûyan e. Ji ber ku me bi vê îdîayê dest bi têkoşînê kir. Niha nêrîna herî baş a di destê me de ye, HDK ye. Wê demê berpirsyariya me ye ku em vê nêrînê birêxistin bikin û bigihînin nava civakê."

'XWEDÎDEKETINA LI VÊ HÊZA YEKGIRTÎ GIRÎNG E'

Hevberdevk Tûncel da xuyakirin ku HDK ketiye ser xetekê û wan demên gelekî zehmet li dû xw hiştine. Tûncel diyar kir ku pirsgirêka sazîbûyînê ya HDK'ê wê di dema pêş de bêhtir bi zelalî bên çareserkirin û got, "Bi budçeyeke gelekî kêm û derfetên gelekî kêm me xwe gihandin vê derê. Bawerî û hêza xurt a moralê em gihand vê nuqteyê. Rewşa me niha çêtir e. Ked û têkoşîna derket holê, daneheviyek afirand. HDK jî ber bi aliyê sazîbûyînê ve diçe. Karê HDK'ê yê ji niha û pê ve, li gorî min hem hêsantir hem jî zehmettir e. Hêsan e; ji ber ku êdî derdoreke berfireh heye ku di mijara HDK'ê de xwe birêxistin kiriye. Zehmet e ji ber ku berpirsyarî zêde bûye. Dema pêş ji bo HDK'ê we bibe destpêkeke nû. Li dijî yekparêziya li ser me tê ferzkirin û li hemberî sîstema bi serdestiya mêr a faşîst, yekane hêza yekgirtî ya di destê me de ye, HDK ye. Wê demê divê em bi qîmetê vê zanibin û xwedî lê derkevin."